Di daxuyaniyê de hate ragihandin, ku her sê komîteyên ji bo serdana Bexda, partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê û civîna bi sefîr û nûnerên welatên biyanî yên li Herêma Kurdistanê re hatibûn avakirin, raporên xwe pêşkêşî civînê kirin û li ser her yek ji wan biryarên pêwîst hatine dayîn.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin; "Di beşa yekem a civînê de, ew komîteya ku serdana Bexdayê kiribû naveroka civînên xwe li gel Serokkomarê Iraqê, Serokê Parlamentê û Serokwezîr, hêz û aliyên siyasî yên Iraqê pêşkêş kir. Di encamê de biryar hat dayîn ku komîteyeke bilind bi şêwire li gel hemû aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê ji bo guftûgokirina daxwaz û pirsgirêkên navbera me de. Bi taybet di vê rewşê de ku xelkê Kurdistanê ber bi referandûmê ve gavan davêje, were pêkanîn."
Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Di beşa duyem a civînê de, ev komîteya ku têkildarî mijara referandûmê ji bo pêwendîkirin û serdana partî û aliyên siyasî û neteweyî yên Kurdistanê hatibû erkdarkirin, naveroka civînên xwe û nêrîn û helwestên aliyan gihande civînê. Piştî şîrove û nirxandin wan nêrînên ku di wan serdan û hevdîtinan de derketibûn, civînê biryar da ku pêngavên pêwîst ji bo avakirina komîteyeke taybet ji hemû aliyan bo serpireştîkirina proseya referandûmê û amadekirina zemîneya pêwîst bo dabînkirina pêdawîstiyên proseyê bi şêweyekê giştî, bavêje."
Herwiha PDK û YNK'ê têkildarî referandûmê de jî ev destnîşan kirine: "Civînê daxwazek pêşkêşî kesûkarên şehîdan û pêşmergeyên netirs, hemû hêz û aliyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl, ragihandinê û tevahiya gelê Kurdistanê kir ku di vê proseya girîng û neteweyî û niştimanî de hevkar û piştevan bin. Guftûgo li ser hemû pirsgirêkên navxweyî yên Herêma Kurdistanê hat kirin."
Li gorî daxuyaniyê YNK'ê nexşerêya xwe pêşkêşî PDK'ê kiriye û herdu aliyan biryar dane ku civînên hevbeş ên navbera wan de berdewam bin.