Daxuyaniya HDP’ê ya li Amedê hate astengkirin

HDP’ê xwest li Kolana Hunerê ya Amedê daxuyaniyê bide. Daxuyanî hate astengkirin. Gel bi sloganan dest bi meşê kir.

Rêxistina bajêr a HDP’ê ya Amedê bi wesîleya Kongreya Asayî ya 4’emîn xwest li Kolana Hunerê ya Yenîşehîrê daxuyaniyê bide. Daxuyanî hate qedexekirin. Polîsan bi wesayitên zirxî kolan girtin. Polîsan dora girseyê girt a ku parlementerên HDP’ê Mûsa Farisogûllari, Semra Guzel, Remziye Tosûn, Dêrsim Dag û Hevserokên Bajêr a HDP’ê Hulya Alokmen Ûyanik û Zeyat Ceylat di nav de ne.

Polîsan diyar kirin ku walîtiyê biryara ‘qedexekirinê’ dane û ew ê destûrê nedin daxuyaniyê. Girse ber bi rêya Ekîncîlerê meşiyan û di meşê de slogana ‘Bijî Serok Apo’ hate berzkirin. Girse piştre xwest ber bi Parka Koşûyolû bimeşe lê li vê derê jî hate astengkirin. Ablûkaya polîsan a li Ofîsa Amedê û Parka Koşûyolû didome.