DAIŞ'ê êrîşî Xûrmatû kir

Çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev êrîşî çepereke pêşmergeyan a li Xûrmatû kirin.

Li gorî agahiyên gihîştin ber dest, çeteyên DAIŞ'ê duh bi şev saet di 03:00 de li gundê Zerge yê Xûrmatûyê êrîşî pêşmergeyan kirin. Di êrîşê de 2 pêşmerge şehîd bûn, 15 pêşmerge jî birîndar bûn.

Wesayîteke bombebarkirî ya çeteyan jî, berî bigihêje armanca xwe ji dûr ve hatiye teqandin. Şer heta danê sibehê saet 06:00 dewam kir. Li ser hejmara kuştiyên çeteyan agahiyeke zelal bi dest neket.

Xûrmatû, ku navçeyeke Kerkûkê ye, beriya niha ji aliyê îdarî ve ji Kerkûkê hatibû birîn û bi ser Tîkrîtê ve hatibû girêdan. Li Xûrmatûyê, hêzên Pêşmerge û Haşdî El Şabî hene.