Dagirkeran bi obus, tank û çekên giran êrîş kirin

HPG: Di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê wiha ye:

“Herêma Zapê;

10’ê Gulanê saet 09:30 û 10:30’an de dagirkeran bi obus, tank û çekên giran li Qada Berxwedanê ya Girê Cûdî dan û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

Di 10’ê Gulanê saet 13:45’an de dagirkeran êrîşî Qada Berxwedanê ya Girê FM kirin û hêzên me jî ji bo parastina xwe li dagirkeran dan.

Di 10’ê Gulanê saet 16.30’an de dagirkeran hewl dan êrîşî çepera me ya berxwedanê ya li Sîdayê bikin. Hêzên me li vir li kepçeyekê dan.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

Di 10 û 11’ê Gulanê de Qadên Berxwedanê yên Girê Cûdî, Girê Amediyê, Girê FM û çeperên me yên berxwedanê yên Sîdayê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatine bombekirin.”