Dagirkeran 50 carî bombe li çeperên berxwedanê barandin

Artêşa Tirk a dagirker 50 carî bombe li çeperên berxwedanê yên li qadên Çemço û Sîdayê barand.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:

"Artêşa Tirk a dagirker li hemberî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê ku di pozîsyona parastinê de ne, bi teknîka herî giran êrîşan dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne;

14'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li dora qada Çemçoyê 8 caran bi helîkopteran hatin bombekirin.

14'ê Sibatê li nehiya Şeladizê ya navçeya Amediyê, çeperên me yên berxwedanê yên li derdora gundê Sîda û qada Çemçoyê 42 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."