Dagirkeran 24 caran bombe li Çemço û Sîdayê barandin
Dewleta Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê barand.
Dewleta Tirk a dagirker 24 caran bi balafirên şer, obus, tank û çekên giran bombe li çeperên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê barand.
Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê wiha ye:
"Êrîşên dagirkeriyê yên artêşa Tirk a mêtinger ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin.
Agahiyên berfireh ên li ser êrîşan bi vî rengî ne;
Li herêma Metînayê;
4'ê Adarê saet di 12:20'î de dagirkeran êrîş birin ser hêzên me yên li Qada Berxwedanê ya Girê FM'ê. Hêzên me jî ji bo xwe biparêzin bi çekên giran li dagirkeran xistin û bersiv dan.
Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;
4'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemçoyê 5 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.
4'ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Çemço û Sîdayê 19 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."