Dagirkeran 12 caran bi çekên kîmyewî û qedexekirî êrîş kirin

Artêşa Tirk a dagirker 12 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî êrîş bir ser çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê.

Daxuyaniya Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê ya li ser mijarê bi vî rengî ye:

"Artêşa Tirk a mêtinger ku li hemberî berxwedana bêhempa ya Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê nekarî armancên xwe yên qirêj ên dagirkeriyê bi ser bixîne, êrîşên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî yên li ser çeperên berxwedanê yên hêzên me dewam dike. Li gel van êrîşan û şert û mercên dijwar ên avhewayê jî Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê berxwedanê bênavber dewam dike.

Agahiyên berfireh ên li çalakiya gerîla ya li herêma Zapê û êrîşên artêşa Tirk a dagirker bi vî rengî ne:

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

10'ê Çileyê saet di 13:00 de li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, tîmên me yên bi tevger bi çekên giran li dagirkerên nêzî gundê Sîdayê xistin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên bi çekên kîmyewî û bombeyên qedexekirî;

11'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemçoyê ji serê sibehê heta êvarê 12 caran bi bombeyên qedexekirî û çekên kîmyewî hatin bombekirin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker;

11'ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî Gundê Sîda û qada Çemçoyê 6 caran bi balafirên şer hatin bombekirin.

11'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî gundê Saca û Qada Berxwedanê ya Kurojahro bi helîkopterên êrîşê 8 caran hatin bombekirin.

11'ê Çileyê çeperên berxwedanê yên gerîla yên li nêzî qada Çemço ya nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê û Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê bi dehan caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin."