Dag ê ku cezayê darvekirinê lê hatibû birîn, îtîraza wî tê astengkirin

Malbata Mazlûm Dagê ku bi hinceta endamê MÎT’ê Osman Kose kuştiye cezayê darvekirinê lê hatiye birîn, diyar kirin ku îtîraza wan a biryarê re tê astengkirin.

Li Başûrê Kurdistanê di 17’ê Tîrmeha 2019’an de endamê MÎT’ê Osman Kose, hemwelatiyên Iraqê Nerîman Osman û Beşdar Remezan hatibûn kuştin. Bi hinceta ku Mazlûm Dag ev kes kuştine, cezayê bidarvekirinê lê hatibû birîn. Malbata Dag diyar kir ku îtîraza wan a ji biryarê re tê astengkirin. Diya wî Kûdret Dag û bavê wî Zekî Dag li Avahiya DBP’ê ya Amedê civîneke çapemeniyê li dar xist.

DEMA ÎTÎRAZÊ LI BER QEDANDINÊ YE

Diya wî Kûdret Dag diyar kir ku piştî girtinê 5 meh şûnde wê kurê xwe dîtiye û piştî ku cezayê bidarvekirinê li kurê wê hatiye birîn jî 3,4 caran wê li girtîgehê kurê xwe dîtiye. Dag bal kişand ser vî tiştî ku wan parêzer ji kurê xwe re girtine lê destûr nehatiye dayin ku parêzer ji bo wekaletê biçe ba kurê wê. Dag got ku “Ji bo îtîrazê dem dike biqede. Heke kurê min nikaribe wekaletê bide parêzer wê pêvajoya îtîrazê bi dawî bibe. Parêzer sê car in diçe girtîgehê lê her carê jê re dibêjin ‘Kesekî wisa ne li vir e’. Ne ji bo hevdîtinê û ne jî ji bo wekaletê destûr nayê dayîn. Em jî dizanin ku li wir e. Hefteya borî telefon kir. Ji ber ku deriyê sînor girtiye, ev mehek e em nikarin biçin serdanê. Şerm e ku cezayekî wisa dane xortekî Kurd. Ew Kurd in û navê welatê wan Kurdistan e. Şerm e ku cezayekî wisa didin biraderên xwe yên Kurd. Ji ber ku Kurd in û cezayekî wisa lê birîne, em wan şermezar dikin. Ji bo ku kurê min wekaletê bide, divê destûrê bidin parêzeran. Yan jî divê ji Kurdbûna xwe şerm bikin û vî cezayî betal bikin. Ez bang li her çar parçeyên Kurdistanê dikin, bila li hemberî vî tiştî helwesta xwe zelal bikin û bêdeng nemînin. Piştî ku girtin, 7 meh şûnde ceza lê birîn. Wijdanê wan çawa qebûl dike. Welatê wan Kurdistan e, ma ev ne şerm e?”

Dag diyar kir ku bidarvekirin ne li gorî mafên mirovan û hiqûqê ye û divê ev ceza were betalkirin.

‘DI NAV KURDAN DE BIDARVEKIRIN NABE’

Bavê wî Zekî Dag jî got ku “Ez cezayê bidarvekirinê şermezar dikim. Ev ceza li dijî mafên mirovan e. Divê ev ceza were betalkirin. Şerm e ku du ciwanên Kurd werin bidarvekirin. Di nav Kurdan de bidarvekirin pêk were, ev ne tiştekî rast e.”

Li gorî qanûnên Herêma Federal a Kurdistanê cezayê bidarvekirinê divê li dadgehên îstînaf û temyîzê were pesendkirin. Piştî pesendkirinê wê biryar pêşkêşî Serokê Herêmê Nêçîrvan Barzanî were kirin. Heke Barzanî jî pesend bike dibe ku cezayê bidarvekirinê pêk were.”