Dadgeriya Tirk xwest 15 sal cezayê girtîgehê li Bûlûttekîn bê birîn

Dadgeriya Tirk xwest 15 salan cezayê girtîgehê li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn bê birîn, ku wezîfeya wê beriya niha hatibû desteserkirin.

Çaremîn danişîna doza ku bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' li Hevşaredara Sûrê Fîlîz Bûlûttekîn ku ji peywirê hatibû girtin û qeyûmê tayînî şûna wê hatibû kirin hatibû vekirin, li 11’emîn Dadgeha Cezaya Giran a Sûrê hat dîtin. Bûlûttekîn û parêzerê xwe Sertaç Bûlûttekîn li danişînê amade bûn.

Di danişînê de dozgerê dozê mutalaaya xwe xwend û bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' ji 7 sal û 6 mehan heta 15 salan cezayê girtîgehê ji Bûlûttekîn re xwest.
 
Fîlîz Bûlûttekîn û parêzerê wê Sertaç Bûlûttekîn, şahidiya şahidê nepen qebûl nekirin daxwaza bereatê kirin.

Heyeta dadgehê bêyî ku navber bide danişînê danişînî taloqî 22’ê sibata 2021’an kir.