Dadgeriya Tirk kuştina Cemîle jî kir 'kiryar nediyar'

Dadgeriya Tirk, dosya li ser kuştina Cemîla Çagirga jî xist nava 'kiryarê nediyar'. Dadgehê biryara "lêgerîna daîmî" da. Çagirga li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hatibû kuştin û cenazeyê wê bi rojan li sarincê hatibû hiştin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, hêzên çekdar ên dewleta Tirk di dema berxwedana xwerêveberiyê de Cemîle Çagirga ya 10 salî kuştibûn û bi rojan nehiştibûn ku cenaze were veşartin. Ji ber vê yekê jî malbata wê cenazeyê keça xwe xistibû sarincê û neçar mabû ku bi rojan li sarincê bihêle.

Dadgeha Tirk, di doza derbarê kuştina Cemîle de gihîşt wê baweriyê ku 'kiryar nehatiye dîtin' û biryar da ku 'lêgerîna daîmî' bê kirin.

Dayika Cemîl Emîne Çagirga nerazîbûn nîşanî biryarê da. Ev biryara dadgeha Tirk a li ser dosya Cemîle Cagirga ku li ber mala xwe hate kuştin, weke dewama 'kuştinên kiryar nediyar' ên ji salên 90'î ve dewam dikin, hate dîtin.

'EDALET WÊ ROJEKÊ BI CIH BÊ'

Dayik Emîne Çagirga got, tevî ku 3 sal di ser bûyerê re derbas bûne, şewata li dilê wê hîn dewam dike.

Çagirga got, "Sala 3'an qediya, em dikevin sala 4'an. Heta niha di dozê de gavek nehate avêtin. Keça min xistin nava kuştinên kiryar nediyar. Ji xwe ji vê dewletê em ne li benda edaletê bûn. Lê em çi bikin, ne di destê me de ye; me hêvî dikir. Dibe ku emrê min têrê neke, lê ez zanim ku wê rojekê edalet bi cih were. Hîn jî dema ez radizêm dengê Cemîleya min tê min."

Dayik Çagirga diyar kir ku heta ew sax be ew ê li pey vê dozê be û got, "Em bimirin jî, wesiyeta min li neviyên min, li xizm û cîranên min e. Bila vê dozê ji wan re nehêlin. Dewlet jî zane bê kujer kî ye, em jî zanin. Kiryarê vê dozê dewlet e."