Dadgeriya Tirk îtiraza ji bo Kûrt û Yacan red kir

Îtiraza li dijî cezayê girtîgehê yê li Hevşaredarên Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan hatibû kirin, hate redkirin.

Hevşaredarên navçeya Rêya Armûşê ya Wanê Şehzade Kûrt û Azîm Yacan piştî şaredarî ji ailyê AKP-MHP'ê ve hate desteserkirin, hatin girtin. Li Kûrt 6 sal û 3 meh li Yacan jî 7 sal û 3 meh cezayê girtîgehê hate birîn. Îtiraz li vî cezayî hate kirin.

Lê belê Dadgeha Îstînafê ya Herêmê biryara 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê di cih de dît û serlêdana parêzerên hevşaredaran bi piraniya dengan red kir.

Parêzer wê serî li Dadgeha Bilind bidin.