Dadgeriya Tirk dixwaze Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê darizîne, lê nizane bê çawa!

Tevî ku 21 meh di ser avêtina du gundiyan a ji helîkopterê derbas bûne jî dadgeriya Tirk îdîanameyek jî amade nekiriye. Lê belê li dijî kesên ku li ser medya dîjîtal piştgirî dane mirovên ji helîkopterê hatin avêtin, doz û lêpirsînan dide destpêkirin.

Di Doza Servet Tûrgût û Osman Şîban de ku sala 2020'î li Wanê ji helîkopterê hatin avêtin û di encamê de Tûrgût jiyana xwe ji dest da, Şîban jî bi giranî birîndar bû, tevî ku 21 meh di ser re derbas bûne jî hîn gavek nehatiye avêtin.

11'ê Îlonan 2020'î de li qada bejahî ya navçeya Payîzava û Şaxê di dema êrişa leşkerî ya artêşa Tirk de Servet Tûrgût û Osman Şîban hatin destgîrkirin. Piştî ku hatin destgîrkirin ji helîkopterê hatin avêtin. Tûrgût piştî 22 rojan jiyana xwe ji dest da, Şîban jî demeke dirêj li nexweşxaneyê tedawî bû. Dewleta Tirk qîma xwe bi vê jî neanî, rabû bi îdîaya 'alîkariya ji bo rêxistinê' doz li gundiyan vekir ku ew ji helîkopterê avêtibû. Lêpirsîna têkildarî avêtina Tûrgût û Şîban a ji Helîkopterê beriya 21 mehan destpê kir, lê hîn jî îdîanameyek jî nehatiye amadekirin.

Dadgeriya Tirk ku li hemberî vê komkujî û sûcê li dijî mirovahiyê xwe nelivand, piştî ku rojnamevanên li ser bûyerê nûçe çêkirin girt, berê xwe da medya dîjîtal û kesên ji bo Tûrgût û Şîban peyamên piştgiriyê dan, xist ber lêpirsîn û dozê. Nivîsandina têkildarî doza helîkopterê teqez weke sûc tê nirxandin.

PEYAMÊN PIŞTGIRIYÊ SÛC HATE DÎTIN

Serokê Odeya Tabîban a Bedlîsê Doktor Osman Fatîh Şanli jî piştî mirina Servet Tûrgût peyamek li ser hesabê medya dîjîtal parve kir û xwest sûcdar bêne darizandin û cezakirin.

Polîs û dozgerî li hemberî vê peyamê ketin nava liv û tevgerê, peyam sûc hesiband û bi îdîaya "gel li kîn û nefretê sor dike" doz li Şanli vekirin.

DADGEH DIKIN NAKIN NIKARIN BIRYARÊ BIDIN BÊ SÛCÊ ŞANLI ÇI YE

Dadgehên dewleta Tirk ji ber ku heta niha nekarî biryarê bidin bê sûcê Şanli çi ye, meseleyê ji hev re dihêlin.

Destpêkê bi îdîaya "gel li kîn û nefretê sor kiriye" doz li Şanli hate vekirin, lê belê dozgeran di vê mijarê de nekarîn biryarê bidin. Piştre jî ev îdîa kirin 'propagandaya terorê' û ji Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê re şandin. Dadgeha Cezayê Giran a Bedlîsê jî got 'li hev nayê' û doz ji Dadgeha Herêmê ya Wanê r eşand. Dadgeha Herêmê ya Wanê ku dosya lêkolîn kir, herî dawî ji Dadgeha Ceza ya Asliye ya Tetwanê re şand.

Nayê zanîn bê Dadgeha Ceza ya Asliye ya Tetwanê wê çi bike, biryareke çawa bide.