Dadgeriya Tirk der barê malbat û birîndarên Pirsûsê de lêpirsîn da destpêkirin

Dadgeriya Tirk der barê xizmên kesên li Pirsûsê hatin qetilkirin û birîndarkirin de lêpirsîn da destpêkirin.

Di 20’ê Tîrmeha 2015’an de DAIŞ’ê li dijî kesên ji bo zarokên Kobanê pêlîstokan bibin hatibûn navçeya Pirsûs a Rihayê û li Navenda Çandê ya Amarayê kom bûbûn, êrîşeke xwekujiyê pêk anî. Di encama êrîşê de 33 ciwan hatibûn qetilkirin. Der barê 10 kesên ku di 21’emîn danişîna doza li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê hatibû dîtin de bertek nîşandabûn lêpirsîn hate vekirin.

Dadgehê der barê Hevserokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP) Şahîn Tumuklu, Çagla Seven û Koray Turkay ên li Pirsûsê birîndar bûbûn, malbatên Fetî Aydin, Sûltan Yildiz, Mehmet Ozkan, Ozgen Sadet, Yûsûf Yurtgul, Yasemîn Poyraz ên li Pirsûsê hatin qetilkirin û parêzer Sezîn Ûçar ên di danişîna di 20’ê Cotmeha 2021’an hate dîtin de daxwazên xwe yên darizandineke adil anîn ziman de gilî kiribû. Piştî gilîkirinê Serdozgeriya Komarê ya Rihayê der barê kesên dadgehê giliya wan kiribû de bi îdiaya “gef xwarin û heqaretê” lêpirsîn dabû destpêkirin. Malbat û birîndarên Pirsûsê îro li bajarên ku lê dimînin gazî qerekola polîsan hatin kirin.

Hate hînbûn ku di vê çarçoveyê de ji bilî parêzer Sezîn Ûçar hemû nav ji bo îfadeyê bidin gazî qereqola polîsan hatine kirin. Sûltan Yildiz a di nava kesên hatin gazîkirin de cih digire tevî parêzera xwe Sezîn Ûçar, çû Miduriyeta Polîsan a li Gungorenê û li vir îfade da.