Dadgeha Tirk Kurdî kir zimanê ‘nenas’!

Midûrê Karê Nivîsaran ê berê yê rojnameya Azadiya Welat Îsmaîl Çoban di rûniştina dozê de ya ku lê dihat darizandin, dema ku bi Kurdî axivî, axaftina wî di zabitnameyan de bi gotina ‘zimanê nenas’ hate qeydkirin.

Midûrê Karê Nivîsaran ê berê yê rojnameya Azadiya Welat ku bi KHK’yê hatibû girtin, ji ber nûçeyên di 9 nusxeyên rojnameyê de dihat darizandin. Doz li Dadgeha Cezayê Giran a Amedê ya 7’emîn hate kirin. Cezayê girtîgehê yê 5 salan ku hatibû dayin ji aliyê Dadgeha Îstînafê hate xerakirin û rûniştina pêşîn a dozê îro hate kirin.

Çoban ji Girtîgeha Tîpa T a Tarsûsê bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû. Parêzer Resûl Tamûr jî di rûniştinê de amade bû.

ZIMANÊ NENAS

Resûl Tamûr ê ku parêzerê Îsmaîl Çoban e, ji bo muwekîlê xwe xwest bila wergêr were peywirdarkirin. Çoban dema ku bi Kurdî bersiv da pirsên bi Tirkî, serokê dadgehê di zabitnameyan de da nivîsandin ku ‘Bersûc bi zimanekî nenas bersiv daye pirsên bi Tirkî yên serokê dadgehê’.

Bi rêya wergêr Çoban parêznameya xwe bi Kurdî kir û sûcdariya li ser xwe qebûl nekir.

Di rûniştinên doza sereke ya KCK’ê de jî siyasetmedarên Kurd dema ku bi Kurdî xwe parastibûn jî serokên dadgehan ji bo Kurdî gotinên ‘zimanekî nenas’ li zabitnameyan dabûn nivîsandin.