Dadgeha dagirker ceza li siyasetmedarên Kurd birî

Dadgeha Tirk a dagirker ceza li siyasetmedarên Kurd birî. 9 sal 4 meh cezayê girtîgehê li Hevşaredarê Xelfetiyê Mustafa Bayram hate birîn.

Beriya niha doz li Hevşaredarê Xelfetiyê Bayram Kaplan ku bi qeyûmê dagirkeriyê ji peywirê hatibû dûrxistin, hatibû vekirin. Îro, 5. rûniştina doza Bayram lê tê darizandin, li 6. Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat.

Doza ku 4 jê girtî 6 kes dihat darizandin, Hevşaredarê Xelfetiyê yê girtî tê darizandin. Hevseroka berê ya HDP'ê ya Rihayê Leyla Akça, rêveberên berê yên bajêr Avnî Gurbuz û Mehmet Bînîcî derxistin pêşberî dadgehê.

Dadgehê piştî xwendina îdîayên di derbarê girtiyan de bi angaşta 'Endamê rêxistinê' 9 sal û 4 meh û 15 roj li Mustafa Bayram, 9 sal 2 meh li Mehmet Bînîcî, 7 sal û 6 meh li Leyla Akça, 7 sal 2 meh li Avnî Gurbuz birî.

Her wiha li Îsmaîl Kaplan ê negirtî jî 7 sal û 6 meh ceza hate birîn û ji bo ku Ahmet Kiliç nexweşê giran e û li nexweşxanê dimîne, dosyaya wî hate cihêkirin.