Dadgeha Şêwirmendiyê hilweşandina xaniyên li Cizîrê erê kir

Daîreya 14'an a Dadgeha Şêwirmendiyê ku hilweşandina li Sûr û Silopiyayê erê kir, hikum da ku biryara ji bo xerakirin bi hezaran xaniyên li Cizîrê rast e.

Desteya Wezîran 1'ê Hezîrana 2016'an 483 cihên li taxên Kûştepe, Cûdî, Sûr, Dag Kapi, Kale, Şah, Yafes, Alîbey û Nûrê yên navçeya Cizîr a Şirnexê, qada ji 13 hektarî, li gorî xalên 1. û 2. ên Qanûna li ser Veguherîna Herêmên di bin Rîska Afetê de ne ya bi hejmara 6306'an, weke "herêma bi rîsk" îlan kiribû.

Yekîtiya Odeyên Mîmar û Muhendîsan a Tirk (TMMOB), Şaredarî û 14 malbatan bi rêya parêzeran serî li Daîreya 14'an a Dadgeha Şêwirmendiyê dan û xwestin ev biryar bê rawestandin.

Qeyûmê ku ji aliyê Wezareta Karên Hundir ve li şaredariyê hate tayinkirin, îtiraz vegerand. Li ser îtirazan 14 malbatan, Daîreya 14'an a Dadgeha Şêwirmendiyê biryar da. Dadgehê îdîa kir ku biryara Desteya Wezîran 'li gorî hiqûqê' ye.

Dadgehê di biryara xwe de her wiha hikum da ku lêçûnên dadgehê jî ji aliyê dozdaran ve bê dayin. Piştî vê biryarê li Desteya Daîreya Doza Îdarî ya Şêwirmendiyê serlêdana temyîzê hate kirin, lê ew jî di demeke kin de hate redkirin.

Parêzerên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz wê mijarê bibin ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn.