DAÎŞ li KerkûKê zeviyên gundiyan dişewitîne

Çeteyên DAÎŞ’ê li Kerkûkê zeviyên dexilûdan dişewitîne.

Çeteyên DAÎŞ’ê li gundên Heftegar, Avahiya Mansûr û Avahiya Dara yên li herêma Heftegar yên navçeya Daqûqê agir berdan zeviyan. Çavkaniyên xwecihî ragihandin ku bi sedan zeviyên genim hatine şewitandin.

Çeteyên DAÎŞ’ê di serê meha Remazanê de li herêmên navborî û gelek gundan bi navê zekatê xerac xwestin. Welatiyên gundê Heftefar, Avahiya Mansûr û Avahiya Dara xeraca çeteyan red kiribûn.

GUNDIYAN ÊRÎŞÊN ÇETEYAN TÊK BIR

Çeteyan li herêma Heftegar li ser redkirina xeracê ya gundiyan beriya sê rojan êrîşî gundên Heftegar, Avahiya Mansûr û Avahiya Dara kirin. Gundiyan bi çek bersiva êrîşa çeteyan dan.

Şerê li herêmê nêzî 3 saetan dom kir, welatiyek mir û 9 welatî jî birîndar bûbûn. Gundiyan êrîşa çeteyan têk bir.