DAÎŞ'ê li Nisêbînê bîrdariya Newrozê hilweşand

Hikumeta AKP'ê ku dest danî ser Şaredariya Nisêbînê, Bîrdariya Newrozê ya ji bo bîranîna 16 kesên hatin kuştin hatibû çêkirin hilweşand.

Qeymeqamê Tirk ê li navçeya Nisêbînê Ergun Baysal ku weke qeyûm li Şaredariya Nisêbînê hatiye bicihkirin, Bîrdariya Newrozê ku ji bo bîranîna 16 sivîlên di pîrozbahiyên Newrozê yên sala 1992'an de li Nisêbînê hatin kuştin hatibû çêkirin, da xerakirin.

Bîrdariyê li qada Newrozê ya li taxa Devrîmê, nîşaneya 16 sivîlan bû ku destên bi meşale yên gule li hatibûn barandin li ser bîrdariyê hatibûn çêkirin. Tîmên şaredariyê bi kepçeyê bîrdarî bi temamî xera kirin.

PIŞTÎ NEWROZA BI HEYBET XERA KIRIN

Qeyûmê Tirk li ser hesabê xwe yê medya civakî wêneyê hilweşandina bîrdariyê weşand û ragihand ku wê li şûna birîdariyê kûleyeke saetê lê çêbikin.

Balkêş e piştî pîrozbahiya bi heybet a Newrozê ya 21'ê Adarê bîrdarî hate xerakirin.

Di dema êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk de li Efrînê jî peykerê Kawayê Hesinkar ji aliyê çeteyên OSO yên ji ber DAÎŞ'ê mane hatibû hilweşandin.

Çeteyên DAÎŞ'ê jî li gelek cihan bîrdarî û cihên pîroz ên ji bo civakan qîmeta xwe hene, hilweşandibûn.