DAÎŞ'ê li Kerkûkê êrîşî gundekî kir: 1 mirî, 4 birîndar

Çeteyên DAÎŞ'ê êrîş birin ser gundê Avahiya Mansur a li herêma Heftexarê ya li navçeya Daqoq a Kerkûkê. Di êrîşê de gundiyek hate kuştin, 4 jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ'ê ku demeke li derdora Kerkûkê ji nû ve kein nava liv û tevgerê, êrîşî gundên Avahiya Mansurê yê li herêma Heftexarê ya navçeya Daqoq a Kerkûkê kirin. Gundiyan bersiv dan çeteyan û di navbera çeteyên DAÎŞ'ê û gundiyan de şer derket. Di şer de gundiyê bi navê Herdî Saman jiyana xwe ji dest dan, 4 gundî jî birîndar bûn. Ji ber ku gundiyan li ber xwe dan, çeteyên DAÎŞ'ê zeviyên gund şewitandin. Gund di bin kontrola ewlekariya artêşa Iraqê de ye, lê belê hêzên artêşê û polîsên federal li gund nebûn.

CIWANÊN KERKÛKÎ BI ALÎKARIYA GUNDIYAN VE ÇÛN

Di nava du saetên şerê navbera gundiyan û çeteyên DAÎŞ'ê de hêzên artêşa Iraqê ji bo piştgiriya gundiyan neçûn herêmê. Komek ji ciwanên Kerkûkê ji bo alîkariyê bidin gundiyan çûn gund.

Çeteyên DAÎŞ'ê berî hefteyekê ji heman gundî di bin navê zekatê de pere xwestibûn.