DÎSA-DER: Hevalên me berdin

DÎSA-DER'ê ku hevserok û rêveberên wan hatine destgîrkirin, xwest ku hevalên wan bê berdan. Bang li her kesî kir ku xwedî li Kurdî derkevin.

Endam û rêveberên Komeleya Lêkolînê ya Ziman, Çand û Hunerê (DÎSA-DER), bi civînekê nerazîbûn nîşanî girtina endam û rêveberên xwe dan. 

Rêveberên DÎSA-DER'ê ji bo Hevserokê wan Naîm Ozden, Hîndekarê komeleyê Şevket Acar, Dilber Akin, Mîzgin Deniz, Gulsum Bîlge û Celal Soguk ên doh hatin destgîrkirin bên berdan, li avahiya komeleyê daxuyanî dan çapemeniyê. 

Endam û rêveberên HDP'ê yên Wanê jî piştgirî dan çalakiyê. Hevseroka Komeleyê Medîna Karaman, nerazîbûn nîşanî destgîrkirinê da û got: "24'ê Mijdarê roja mamosteyan, mamosteyên Kurdî hatin destgîrkirin. Ji ber ku DÎSA-DER'ê li ser ziman komxebat pêk anî li dijî endam û rêveberên me operasyon pêk hat. Ev nîşan dide ku dewlet nikare xwe li ziman û wêjeya Kurd rabigre."