Cenazeyê gerîlaya HPG’ê Amara Rojbîn hat veşartin

Cenazeyê gerîlaya HGP’ê Amara Rojbîn ya ku di 2021'ê de li Şirnexê şehîd bû, cenazeyê wê radestî malbatê hat kirin û li Wanê hat veşartin.

Cenazeyê gerîlaya HPG‘ê Cemîle Çetîn (Amara Rojbîn) ya di 22'yê Îlona 2021'ê de li Çiyayê Cûdiyê di şer de şehîd bû, duh bi şev radestî malabata wê hat kirin. Çetîn ku piştî şehîd bû, cenazeyê wê rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbata Çetînê di dawiya sala 2021'ê de ji bo wergirtina cenaze serî li Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê dabû. Dozgeriyê jî doza nimûneya DNA'yê li malbatê kiribû.

Piştî ku encama DNA'yê diyar bû, malbatê duh cenaze wergirtibû.

Cenazeyê Çetînê duh piştî wecîbeyên olî, li Goristana Seyrantepe ya li navenda bajêr hat veşartin.