Li Amedê polîsan êrîşî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve

Li Amedê polîsan êrîşî welatiyan kir ku piştî erdhejê derketin derve.

Li Amedê ku di erdhejên 6'ê Sibatê yên Mereşê de zêdetirî 300 kesî jiyana xwe ji dest da, erdhejên li Hatayê çêbûn bûn cihê qilqilîneke mezin. Gel di dema erdhejê de derket derve. Piştî erdhejê li Kolana Emekê ya navçeya Rezanê gel li ber avahiyeke xesardîtî kom bû. Polîsên ku bi wesayîtên zirxî hatin herêmê, xwestin gel belav bikin. Piştî vê gel û polîs ketin qirika heve. Li herêmê dengê çekan hat bihîstin. Polîsan derdora avahiyê girt.