Bûldan: Astengkirina alîkariyan ne hedê we ye

Hevseroka Giştî ya HDP'ê Pervîn Bûldan bertek nîşanî astengkirina alîkariyên HDP'ê yên ji bo erdheja Bazarcixê da û got: "Astengkirina alîkariyan ne hedê we ye. Em ê her tim ji bo gelê xwe serfeber bin."

Li navçeya Bazarcixê ya Mereşê, qeymeqatiyê qeyûm tayinî Navenda Koordînasyonê ya Krîzê kir ku ji aliyê HDP'ê û komeleyên herêmê ve hatibû avakirin û ji bo mexdûrên erdhejê alîkarî berhev dikir.

Hevseroka Giştî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Pervîn Bûldan, li Amedê li Otêla Anemonê têkildarî astengkirina xebatên alîkariyê yên Navenda Koordînasyna Krîzê daxuyanî da. Hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Berdan Ozturk û parlementerên HDP'ê tevlî daxuyaniyê bûn.

Bûldanê diyar kir ku ew ji ber zextên li gundên Hasankoca yê Bazarcixê civiyane. Bûldanê destnîşan kir ku desthilat dixwaze kampanyaya alîkariyê ya HDP'ê bide sekinandin û got: "Kesên di destpêka erdhejê de nexuya bûn, kesên bi tu awayî alîkarî ji gelê me re nebirin, niha dixwazin alîkariya tê kirin, xebatên alîkariyê asteng bikin û kampanyaya alîkariyê ya HDP'ê bidin sekinandin. Dixwazim bang li desthilatê bikim. Ev derî aqilan e. Mirov birçî ne. Di vê sar û seqemê de astengkirina alîkariyan ne hedê tu kesî ye. Û ne heqê tu kesî ye jî. Çi dibe bila bibe, em ê hemû alîkariyên gihane me bigihînin gelê xwe. Tu îzahiyata vê astengkirinê û tayinkirina qeyûm tune ye. Dixwazim ji vir bang li tevahiya raya giştî bikim. Em bi fikarin ku dê hewldanên bi vî rengî ji niha û pê ve jî bidomin. Desthilat ji roja ewil ve, bi agahiyên ku belav dike dixwaze pêvajoyeke nû bide destpêkirin. Vê yekê jî dixwaze di ser astengkirina alîkariyên me, alîakriê rêxistinên civaka sivîl de bike. Dixwaze van alîkariyan wekî wan kiribe bidin der. Lê em ê destûra vê yekê nedin."

Bûldanê di daxiya daxuyaniyê de bang li raya giştî û partiyên siyasî kir ku roj roja serobinkirina AKP'ê û şirîkê wê ye û got: "Li dijî vê ferasetê em ê her tim ji bo gelê xwe serfeber bin."