Li Şengalê Komploya 15’ê Sibatê hat protestokirin

Komploya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî li Şengalê hat protestokirin.

Ji ber salavegera 24’an a Komploya Navdewletî ya 15’ê Sibata 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê bi tevlêbûna sedan kesan meşeke protestoyî hat lidarxistin. Meş bi dirûşmeya “Ji Serok Apo re Azadî , ji Şengalê re Xweserî“ li ber avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê dest pê kir û heta çarxerêya Mam Zekî berdewam kir. Di meşê de posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate hildan û dirûşmeyên “Bimre xiyanet” û “Bê Serok jiyan nabe” hatin berzkirin.

Li çarxerêya Mam Zekî daxuyanî hat xwendin. Ewilî li ser navê Rêvberiya Xweser a Şengalê Heso îbrahîm axivî û got: “Di serî de em bi navê gelê Şengalê silav û hezkirinên xwe ji Rêber Apo re dişînin û her wiha berxwedaniya gerîlayên azadiyê ku li dijî dewleta faşîst a dijminê mirovahiyê û koka Kurdistanê, Êzdiyan silav dikin. Em wek gelê Şengalê xwe deyîndarê fikr û felsefeya Rêber Apo dibînin, ji ber ku dema hemû hêzên xwe xwediyê Şengalê didîtin ji pişt me revaiyan, tenê şagirtên Rêber Apo xwe gihandin hawara me û gelê me ji qikirinê rizagirkirin.

Di ola me de tê gotim kesê xiyanetê li we kir û kesê başî jî bi we kir, jibîr nekin. Ji ber wê jî em ê tu carî keda di dema fermanê de ji me re hatiya dayînin ji bîr nekin û kesên xiyanet li me kirine jî jibîr nekin. Eger îro em li Şengalê jiyan dikin û li ser axa xwe ne bi xêra fikrê Rêber Apo ye. Em serbilindin ku me ev fikir ji xwe re hilbijartiye û rêxistina xwe li ser daya avakirin. Niha li ser Rêber Apo zilm û zordarî tê kirin, lê ev ne tenê di şexsê Serokatî de têkirin, belkû zilm li tevahiya gelên bindset û mirovahiyê tê kirin. Em bang li CPT dikin bi zûtirîn dem agahiyê ji serokatî bigrin û bi raya giştî re parvebikin.”

Li ser navê TAJÊ Neam Bedel jî axivî û wiha got: “Beriya niha her kesek dihat û xwe li ser Şengalê dikir desthiladar û gelê me dikire koleyê xwe. Lê fikirê Serokatî dibêje hûn ji xwe re bikin û em piştevanê wene. Em jî bang li gelê xwe dikin, di her alîde xwe rêxistin bikin û ji bo azadiya serokatiyê têkoşîn bikin.”

Ji Saziya Malbatên Şehîdan a Şengalê Meyan Nasir jî bang li civaka Êzidî kir ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabin li ser piyan û di nava çalakiyan de bin.

Serokê Meclîsa Gundên Erebe Ebû Seger jî axivî Û got: “Em  ê weke gelê Ereb û Êzidî bi hevre ji bo azadiya Rêber Apo her li ser piyan bin û em bang li NY’yê dikin, ji bo em agahiyê ji Rêberê xwe bigirin bibe xwedî helwest.”