Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê li Kerkûkê hate şermezarkirin

Tevgera Azadî li bajarê Kerkûkê ya Başûrê Kurdistanê salvegera 24’an a Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Tevgera Azadî li Kerkûkê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibata 1999’an a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin, bi daxuyaniyekê şermezar kir.

Daxuyanî ji aliyê Hevserokê Meclîsa Tevgera Azadî ya Kerkûkê Komel Sermend ve hate dayîn.

Sermend diyar kir ku ev 24 salin Ocalan li Îmralî tê ragirtin û ji hemû mafê xwe hatiye bêparkirin û her wiha 23 meh in jî ti agahî jê nayê girtin.

Sermend bal kişand ser bêdengiya saziyên mafê mirovan ên Ewropa û dîsa CPT got: “CPT û Dadgeha Navneteweyî li ber tecrîd û êşkenceyê bêdeng in, bê helwestin û ev yek ne li gorî mafê bingehîn ên demokrasî, exlaq û mafê mirovan e.”

Herî dawî Sermend Bang li gelê Kurd û cîhanê kir ku ji bo aştiyê û demokrasiyê hemû hewldanan wan ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan be.