BI DÎMEN

Cûdî: Bi giyanê Egîd û Mezlûman em Rêbertî azad bikin

Yek ji fermandarê gerîla Haydar Cûdî di ‘’Heftiya Lehengiyê’’ de ku têkşîna 40 salî ya Tevgera Azadiya Kurd çêkiriye, gerîlayên ku jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî û got, ‘’Em bi giyanê Egîd, Mezlûman Rêbertî û Kurdistanê azad bikin.’’

Heftiya di navbera  çalakiya Newrozê ya yek ji kadroyê pêşengê Tevgera PKK’ê Mezlûm Dogan dest pê kirî û heta Fermandarê Efsanewî yê PKK’ê Mahsûm Korkaz (Egîd) jiyana xwe dest dayî gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd weke ‘’Heftiya Lehengiyê’’ pêşwazî dikin.

 ‘BERXWEDANA ZINDANÊ BÛ HÊVÎ’

Yek ji Fermandarê Gerîla Haydar Cûdî têkildarî ‘Heftiya Lehengiyê’’ ji ajansa me ANF’ê re axivî..
Cûdî got berxwedana zindanê ya Amedê ji gelê Kurd re bûye hêvî û wiha domand: ‘’Berxwedana zindana Amedê pêvajoyeke giran bû. Ev pêvajo bû agahdarkirina ji demeke nû. Di dîrokê de ne pêkan e ku mirov li giyanekî  wiha yê fedaî rast were. Di dîroka Kurdistanê de mînaka pêvajoyeke wiha hatiye jiyîn. Berxwedana zindana Amedê bûye hêviya gel. Bûye encama vîneke wiha ku di ber rastiya civakeke de ku hatiye çewisandin, tine hatiye hesibandin canê xwe bidin. Dewleta Tirk a faşîst li pêş Têkoşîna Azadiya Kurd hemû hêza xwe danî holê û hewl da ku têkoşîna PKK’ê tepeser bike, tine bike. Lê hesabê wê nekirin ku ji kadroyê pêşeng ê PKK’ê bigirin ta bi milîtanê wê vîna xwe danîn holê û serê xwe ji zext û zordariyê re netewandin. Vî giyanî dîwarên zindana Amedê rûxand û ev giyan ji gelê Kurd re bû hêvî. Giyanê berxwedaniyê vejand.’’

‘GIYANÊ KEMAL, XEYRÎ Û MEZLÛMAN ZINDÎ YE’

Cûdî diyar kir ku divê yekîtiya têkoşînê ya gelên Rojhilata Navîn û gelên dinyayê hebe û wiha domand: ‘’Em têkoşîneke domdirêj vedibêjin. Bi gotinê hêsan e, serboriya 40 salî. Bû pêvajoyeke ku berxwedana bûneweriyê ya Kurd derbas kirî û efsane. Tevgera PKK’ê 40 salan têkoşîna leşkerî, îdeolojîk û felsefî da. Îro hê jî Kemal, Xeyrî û Mezlûm ên di berxwedana zindana Amedê de zindî ne. Ev giyan bû rizgariya gelan û hemû dengê çewisandiyan, bû têkoşîna ku reng û çanda wan vedibêje, bû bîrdariya vê. Îro têkoşîna PKK’ê tenê Kurdan temsîl nake. Di nav de milîtanên ji gelek neteweyan hene. Vê jî nîşanî hemû Rojhilata Navîn û dinyayê da ku tevgera PKK’ê yekîtiya têkoşînê ye.’’

‘EM 2017’AN BI SERFIRAZIYÊ TACÎDAR BIKIN’

Cûdî wiha got: ‘Dewleta Tirk a mêtinger piştî şehîdbûna heval Egîd got, ‘me pêşmêrê Apo kuşt’’ Bi felsefe û paradîgmaya Rêber Apo li Rojhilata Navîn û li hemû Kurdistanê bû kana pêvajoyeke nû. Îro bi gerîlatiya ku li Kurdistanê pêş ketî em rizgariya gelan dibînin. Rêça gerîlatiyê ya ku Egîd ji me re diyarî kiriye roj bi roj bi pêş dikeve û li çar parçeyên Kurdisatanê belav dibe. Binerin li Rojava ev bû jiyan. Em ê vê li hemû Kurdistanê mayinde bikin. Em bi giyanê Egîd, Mezlûman sala 2017’an bi serfiraziyê tacîdar bikin, Rêbertî û Kurdistanê azad bikin’’
Haydar Cûdî bang li ciwanên Kurdistanê kir ku li nav refên gerîla têbikoşin.