'CPT li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere'

Endama Komîteya Zindanan a PAJK'ê Nejbîr Sêrt bal kişand ser tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd û zexta li girtîgehan û got, CPT li gorî berjewendiyên dewletan tevdigere.

Endama Komîteya Zindanê ya PAJK'ê Nejbîr Sêrt ji Radyoya Dengê Gel re axivî û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zexta li zindanan nirxand.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 24 sal in tecrîdkirî ye. Li gorî agahiyên dawî jî careke din cezayê dîsîplînê li Birêz Ocalan hatiye birîn. Bi dîtina we divê gel û dostên gelê Kurd li hemberî tecrîdê çi bikin?

Destpêkê beriya ku ez derbasî pirsên we bibim slav û hezkirinên xwe ji Rêbertî re dişinim. Dîsa ji bo hemû hevalên li girtîgehan yek bi yek slav û hûrmetên xwe dişînim. Dîsa di serîde ji bo hemû şehîdên zîndanan, heman wextî îro li çiyayên Kurdistanê hevalên ku her roj li dijî çekên kîmyewî şer dikin û gîhiştine şehadetê, bi taybet hersê hevalên ku li Parîsê hatin qetîlkirin, di şexsê van hevalan de hemû şehîdên şoreşê bibîrtînim. Bejna xwe li hember keda wan a pîroz ditewînim. Em ê tekoşîna wan hevalan heta dawî bidomînin.  Ev 24 sal in bê navber Rêbertî di bin tecrîdekî pir giran de ye. Li ser vê esasê em bibêjin tecrîdekî ku di van salên dawî de zêdetir hatiye girankirin heye. Di vê dawiyê de çûyina CPT a li Grava İmraliyê, daxuyaniya vê yekê ku hate dayin, lê belê derket holê ku tiştekî wiha tune ye. Di milê siyasî û mile civakî de dixwazin şêlûbûyinekî derxin holê. Bi vê re girêdayî dixwazin berjewendiyên xwe berdewam bikin. Armanc domdarkirina desthilatdariyan e. CPT xwe wek saziyek serbixwe ku dijî tundiyê hatiye vesazkirin, dide nîşandan. Lê di rastiyê de mirov dibine ku ne wiha ye. Ev heqîqet di kesayeta Rêber Apo de derkete holê. Hat dîtin ku CPT li gor dewletan, li gor NATO’yê, li gor dewleta Tirk a dagirker tevdigere, li gor berjewendiyên van hemû hêzan lihevkirinek heye. Li ser vê bingehê siyasetek hevpar tê meşandin. Êrîşek gelemperî li dijî gele Kurd tê meşandin û ev êrîş destpêkê di kesayeta Rêbertî de hat dest pê kirin. Ji hela tevgera me ve daxuyanî hatin dayîn ku hevdîtinek wiha nehatiye pêkanîn. Gelo ji bo çi dixwazin tiştekî bi vî rengî bidin xuyakirin, armanca wan çiye? Ev yek mirovan bifikar dike. Mirov dikeve di nava gumanan de. Bendewariyên gele Kurd bi vê şêweyê şêlû dikin. Dixwazin Serokatî gel û rêxistinê ji hev qut bikin. Bi vê armancê şerekî derûnî û taybet didin meşandin. Diyare CPT ne saziyek serbixwe ye. Li pişt perde çi lîstok tên meşandin ne diyar e. Mirov nikare bi şênberî têbîniyek bîne ziman. Lê bele armanca wan zelal e. Armanc şikandina gele Kurd û Rêbertî ye. Dixwazin tenduristiya Rêbertî xira bikin. Rojeva me ya serekê Rêber Apo ye. Em niha ti agahî ji Rêbertî nagirin, em nizanin gelo tenduristiya wî çawa ye, baş e, an xirab e? Ji bo vê yekê çalakiyên pêwîst, dîsa di mile dadwerî de gavên pêwîst ku divê werin avêtin pêk tên, dîsa gel û gerîla di nav têkoşînek bêhempa de ne. Yek rê heye ku em ji Rêber Apo agahî bigirin ev jî têkoşînek bênavber e.   Piştî hate famkirin ku bi Serokatî re hevdîtin nehatiye çêkirin heta niha bênavber çalakî tên li dar xistin. Li çar beşên Kurdistanê, dîsa li Ewropa û li girtîgehan jî têkoşînek bênavber tê meşandin. Têkoşîna me wê rewşê ronî bike. İro çavê jinan, ciwanan û hemû civakê li Girava İmraliyê ye. Bendewariya wan ji çi kesên derve tine ye, wê ev rewş bi hêza me û têkoşîna me zelal bibe. Pêwîste em têkoşîna xwe bilindtir bikin, wê demê CPT mecbûr bimîne ku daxuyaniyek bide. Em dikarin vê yekê jî bînin ziman, bi cezayên ku wek dîsiplîn ji Serokatî re tê dayin re dixwazin pêşî li çûyina DMME’ê bigirin. Bi sedemên pûç û vala, serlêdanên ji bo hevdîtina Serokatî asteng dikin. Heta niha sedema wan a sereke ji bo astengkirina hevdîtina bi Rêbertî re çi bû? Digotin keştî xirabûye, rewşa hewa ne baş e, bi van sedeman hevdîtina bi Rêber Apo re asteng dikirin. Rasterast li ser Rêber Apo polîtîkayek taybet tê meşandin. Pêwîste em li hember van kiryaran şiyar bin. Em ê ji nêz ve rewşa Rebertî bişopînin. Gelo çi dikeve li ser milê parêzeran, pêwîste serlêdanên çawa werin kirin? Ev yek bandorek mezin li ser vê rewşê dike. Ji bo vê jî pêwîste milekî têkoşînê jî ev be. Daxwaz û armanca me azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Pêwîste hemû têkoşîn li ser vê bingehê were meşandin.   Hevalên ku niha li gel Rêber Apo dimînin jî di heman rewşê de ne. Ji ber vê yeke bi taybet malbatên wan hevalan jî hevdîtin nakin, mafê xwe yê telefonê nikarin bikarbînin. Hevdîtinên mehane çênabin. Ne bi Rêbertî re, ne bi malbatan re ne jî bi wasiyên xwe re nikarin hevdîtin bikin. Tecrîdek bi giştî heye. Tiştê tê zanîn, hevdîtinên navxweyî jî nayên pêkanîn. Ev yek tecrîdê girantir dike. Ji bo vê jî çi agahî ji Greva Îmraliyê nayê girtin.  Rêber Apo ne mirovek ji rêzê ango rêberek wek hemû rêberan e! İro Rêber Apo hêviya mîlyonan a pêşeroj û jiyanê ye. Ji bo vê rewşa Rêber Apo ji bo mîlyonan rewşak jiyanî ye. Pêwîste di demek nêz de CPT daxuyaniyek bide an em mecbûr bihêlin ku zelaliyek çêbike. İro li çar beşên Kurdistanê, dîsa li Ewropayê gelê me daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Pêşengê van çalakiyan jî jin û ciwan in.   

Tifaqa AKP-MHP'ê li Kurdistanê hem li bajaran hem jî li çiyê li hemberî Tevgera Azadiyê êrîşên mezin pek tînin. Bi van êrîşan dixwazin hebûna xwe bidomîne. Di aliyê siyasi, aborî û civakî de lawaz bûye. Li ser vê esasê rewşa dawî ya Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hûn çi dibêjin?

Ji bo pirsa we ya duyemîn jî bi taybet li qada civakî, li Bakurê Kurdistanê dewleta faşîst a Tirk û desthilatdariya AKP-MHP’ê Tirkiyê giştî xistine nav çemberekî de. Her tişt ji bo berjewendiyên xwe bikartînin. Şerê taybet li ser gel didin meşandin. Li Bakurê Kurdistanê qeyranek pir mezin heye. Qeyranek siyasî, aborî heye, di hemû milan de qeyranek pir kûr heye. Bingeha van qeyranan polîtîkayên dewleta faşîst û desthilatdariya AKP-MHP’ê ye. Armanca wan a sereke jî qirkirina gelê Kurd e. Kesê ku ev yek napejirîne û dikeve nava liv û tevgerê ango denge xwe bilind dike yekser bêdeng dikin. Nahêlin ti kes dengê xwe derxe. Heman polîtîka li ser girtîgehan jî tê meşandin. Li ser gel û civakê jî şerê taybet tê meşandin.   Zext û zordariyek pir mezin li ser civakê jî tê meşandin. Roj tineye ku girtin û zordestî neyê kirin. Ev dide diyar kirin ku dewleta Tirk çiqas tengav bûye. Ketiye rewşek welê ku êdî nikare tiştek bike. Dawiya desthilatdariya wan hatiye. Ji bo vê zêdetir zordarî dike, zêdetir bandora xwe dixwazin bidin çêkirin. Lê êdî her tişt ji destê wan derketiye mirov vê dibîne. İro şerê ku li çiyayên Kurdistanê tê meşandin yek jî mînaka herî mezin e. İro ji daristanên Kurdistanê bigire heta parezvanên gele Kurd di bin tank, top, teyare û keşfê de ye. Di bin kimyasalê de parastina gelê xwe dikin. Ev êriş li van çiyayan qirkireneke jî dide avakirin. Şereke bê exlaq tê meşandin. Dewleta Tirk heye bi alîkariya NATO’yê vê şerê dimeşîne. Li pişt perdê dewletên NATO hene. Li gor berjewendiyên xwe li hemberî gelê Kurd yek dibin. Dijmin têkçûna Kurd wek serkeftina Tirka bi nav kiriye. Gel pêwîste zêdetir xwedî li Rêbertî, gerîla û zîndanan derbikeve. Kedek heye, gelek çalakî tên kirin. Lê belê ev têrê nakin. Pêwîste hê zêdetir têkoşîna me xurttir bibe. Ev jî peşêngtiya jin û ciwanan tê mêşandin. Ji bo vê jî yên destpekê hedef tên girtin jin û ciwan in. Dijmin her roj hevalek me şehîd dike. Pêwistê em bi wêreki xwedî li destkeftiyên xwe derbikevin. Ev mafê me ye. Tiştên ku îro li Bakur tê meşandin, ne ji zindanan, ne ji Serokati û ne jî ji çiyayên Kurdistanê qut e. Hemu bi hev re girêdayî ne. Li ser gelê Kurd şereke topyekûn heye. Divê vê ciddiyetê em nêz bibin û hê xurttir xwedî li têkoşîna xwe derbikevin. 

Berdana gelek girtiyên ku 30 salan di zindanê de mane tê betalkirin. Bi zorê dixwazin ku girtî poşmantiyê qebûl bikin. Di salên dawî de rejîma faşîst a AKP-MHP'ê ev yek ji bo xwe kiriye polîtîkayek. Dîsa li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê li girtîgehan binpêkirina mafan û komkujî tên kirin. Divê mirov van kiryarên ku li zindanan têne kirin çawa binirxînin?

Wan 2-3 mehên di dawî de hevalên ku ji zîndanan derketine gelek ji wan hatine, gihiştine me. Gelek hevalên me yên ku hemû ciwantiya xwe di girtîgehên dijmin de bi êşkenceyê derbas kirin e, îro li ber derketinê ne. Di du salên dawiyê de ji ber hinceta Corona pergala ku AKP-MHP dixwaze li girtîgehan bide meşandin mileke vê daye rûniştandin. Dibe hin tişt wek dixwestin ne danîbe rûniştandin ev yek ji bi saya têkoşin û berxwedana hevalên di girtîgehan de ne. Dijmin dixwaze girtî poşmantiyê qebûl bikin. Yanî dijmineke ew qas bêfikir e. Miroveke 30 salên xwe di nava çar diwaren de derbas kirî be û li hemberi hemû zexmetiyan ber xwe dabe wê di dawiyê de çawa bibêje ez poşman im. Ev pêkanînên dijmin biçûkbûna dijmin dide diyar kirin. Ti hevalen me tiştek wisa nade destê dijmin. Hevalên me bi salan di girtîgehan de ne û bi perwerdeyên Rêbertî xwe perwerde dikin. Li hemberî dijmin têkoşînek pir ciddî dane meşandin. Ji bo vê yekê pewîste mirov siyaseta dijmin pûç bike. Zanabûna rêxistinî ya hemû hevalan heye. Bendewariyên rêxistine ji hevalan hene, benda derketina hevalan in. Em komîteya PKK û PAJK’e gelek kêfxweş dibin. Mirov hêz ji hevalan digire. Aresteyên li zindanan ne vala ye. Pêwiste em neyên lîstokên dijmin. Şerê taybet a li ser zîndanan pir zêde bûye. Pêwîste li hemberî wan pêkanînan hê zêdetir hişyarbûnek hebe. Tecrîda ku li ser Rêbertî heye dixwazin li hemû girtîgehan ferz bikin. Eger têkoşînek ciddi hebe ev pêkanîn yek ji nayê qebûl kirin. Dijmin wê neçar bimînin ku pêkanînên xwe rabikin. Ev ji bi berxwedanê pêkan dibe. Di şerê ku tê meşandin de heval hêza xwe ya manewî ji zîndanan digirin. Hevalên li zîndanan jî hêza xwe ya manewî ji çiya digirin. Ev herdû giredayî hev in. Di tekoşîna ku heval didin meşandin de em serketinê dixwazin. Heta ku azadiya fîzîkî ya Rêbertî pêk neyê wê pêkanînên li zîndanan dewam bikin. Em hêvîdarin ku di sala 2023’an de Rêbertî bi awayekî fîzîkî azad bibe û ji girtîgehan re azadî were.” 

Herî dawî hem ji bo rewşa giştî hem jî ji bo ya li zindanan hûn bangeke çawa dikin?

Banga me ji bo gelê Kurd eve ku li hemberî tecrîda li ser Îmraliye xwedi li Rêbertî û hemû hevalên li girtîgehan derbikevin. Divç di hemû milên hiqûqî de gelê me xwedi li wan hevalan derbikeve. Parêzerên Îmraliyê dikarin hê zêdetir serlêdanen xwe ji bo Îmraliyê bikin. Di keseyeta Rebertî de ji bo hemû hevalên li girtîgehan slav û hêzkirina xwe dişînin. Ji bo hemû hevalan serketinê dixwazin.