CPJ xwest rojnamevan Silêman Ehmed bêşert bê berdan

Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ) ku navenda wê li DYE'yê ye xwest ku rojnamevan Silêman Ehmed ê ji aliyê hêzên PDK'ê ve di 25'ê Cotmehê de hate revandin, 'bêşert bê berdan'.

Ji edîtorên RojNewsê Silêman Ehmed 1'ê Cotmehê ji bo dîtina malbata xwe bi rengekî fermî bi erêkirina hikumeta herêma Kurdistanê serdana malbata xwe ya li Rojava kiribû, lê belê 25'ê Cotmehê dema vegeriya ji aliyê hêzên PDK'ê ve hatibû revandin.

Bi rojan agahî jê nehat wergirtin û ji ber nerazîbûna civakî ya zêde, PDK neçar mabû ku li xwe mikur bê ku wan rojnamevan binçav kirine. Lê belê hîn jî nayê zanîn bê li ku derê ye û di bin kîjan şert û mercî de girtî ye. Tevî hewldanên saziyên mafên mirovan û parêzeran jî têkildarî rojnamevan Silêman Ehmed agahî nehate dayin.

BÊŞERT DIVÊ BÊ BERDAN

Komîteya Parastina Rojnamevanan roja Çarşemê daxuyaniyek da û xwest tavilê bê eşkerekirin bê Silêman Ehmed li ku ye, bêşert bê berdan û dawî li zexta li ser rojnamevanan bê anîn.

Koordînatorê Bernameya Rojhilata Navîn û Bakurê Efrîkayê ya CPJ Sherîf Mansoûr li Washîngtonê daxuyaniyek da û got, "Divê rayedarên Kurd ên Iraqî cihê rojnamevan Silêman Mûhammed Ehmed tavilê eşkere bikin, îdîayên ku pê sûcdar dikin betal bikin û bêşert berdin."

ROJNAMEVAN BI RÊK Û PÊK NEQANÛNÎ TÊNE BINÇAVKIRIN

Mansoûr got, "Li Kurdistana Iraqê rojnamevan bi rengekî rêk û pêk neqanûnî têne binçavkirin, di binê çavan de êrîşên fîzîkî li wan tê kirin. Ev yek nayê qebûlkirin. Divê rayedarên Kurd ên Iraqî destûrê bidin ku rojnamevan bi rengekî azad û bêtirs karê xwe bikin."