Colemêrgî li dijî talankariya AKP'ê daketin qadan

Şêniyên Colemêrgê rejîma AKP'ê protesto kirin ku rêyên navenda bajêr xera kiriye. Şêniyên taxê daketin qadan, rê li trafîkê girtin û nerazîbûn nîşanî qeyûm dan.

Qeyûmê AKP'yî ku hemû xizmetên Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî sekinand, gelê Colemêrgê zivistanê mehkûmî heriyê, havînê jî mehkûmî toz û dûmanê kir. AKP û qeyûmê wê ku Şaredariya Colemêrgê bê bandor kirin, Şaredariya Colemêrg bi 300 milyon lîryî deyndar kr.

Şaredariya Colemêrgê ya DBP'yî ku bi rêjeya 90 ji sedî ya gleê Colemêrgê hate hilbijartin, ji aliyê AKP'ê ve bi rêya qeyûm hatibû desteserkirin.

Şaredariya DBP'yî li gel budçey akêm jî hemû rê û kolanên bajêr bi asfaltê û keviran çêkiribû û li gelek taxan park ava kiribû. Hikumeta AKP'ê ku nekarî xwe li xizmetên Şaredariya DBP'yî rabigire, karên ku şaredariyê kir hemû xera kir. Qeyûmê AKP'yî sal û nîvek e bajar herimand. Gelê Colemêrgê zivistanê mehkûmî heriyê, havînê jî mehkûmî toz û dûmanê kir. Qeyûmê AKP'yî kolan û taxên nava bajêr û rêyên gundan kir ku mirov nema karibin tê re biçin.

NERAZÎBÛNA LI COLEMÊRGÊ ZÊDE DIBE

Şêniyên taxa Baglarê ji ber xerakirina rêyên taxa xwe nerazîbûn nîşanî AKP a talankar dan. Şêniyên taxê bend li ser rêyên li taxê danîn û li trafîkê girtin. Ji ber ku polîsên Tirk êrîş birin ser çalakiya şêniyan, rewşeke aloz rû da. Welatiyan çalakiya xwe demeke dirêj dewam kirin û piştre belav bûn.

'AKP'Ê Û QEYÛM TENÊ ZERAR DAN COLEMÊRGÊ'

Ji şêniyên taxê yên ji ANF'ê re axivîn, destnîşan kirin ku AKP'ê û qeyûm tenê zerar dane Colemêrgê. Welatiyan gotin, "Şaredariya me 2 sal in ji aliyê AKP û qeyûm ve hatiye dagirkirin. Ji roja hatin û vir ve ji bilî xwarina pereyê gelê Colemêrgê tiştek nekirin. Bi derfetên di destê xwe de Colemêrg kirin xirbe. Em vê yekê ne tenê ji bo taxa xwe dibêjin, lê ji bo tevahiya Colemêrgê dibêjin. Mejiyê van mejiyê talankirina gel e. Vê yekê jî gelekî baş dikin."

Şêniyên taxê diyar kirin ku ji ber tozê ew bi nexweşiya astimê dikevin, zivistanê jî ji ber heriyê nikarin xwe bilivînin û gotin, ew nema dikarin xwe li vê rewşê rabigirin.

Welatiyan gotin, "Em wele gelê Colemêrgê ji AKP'ê dixwazin ku destê xwe ji ser şaredariyên me vekişîne. Em dixwazin Hevşaredarên Colemêrgê yên DBP'yî tavilê werin berdan û li karê xwe vegerin. Ji bo Colemêrgê em ê çalakiyên xwe yên bi vî rengî bidomînin."