Ciwanên rojhilat 15'ê Tebaxê pîroz kirin
Salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ve hate pîrozkirin.
Salvegera 33'an a Pêngava 15'ê Tebaxê ji aliyê ciwanên Rojhilatê Kurdistanê ve hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê Komalên Ciwanên Rojhilatê Kurdistanê (KCR) û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Rojhilatê Kurdistanê (YJCR) ve hate lidarxistin.
Endamê KCR'ê Hozan Dalaho li vir axivî û salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û gelên rabûne serhildanê pîroz kir.
Dalaho 15'ê Tebaxê weke roja zindîbûna gelê Kurd bi nav kir û di dawiya axaftina xwe de bang li ciwanên Rojhilatê Kurdistanê kir ku bi ruhê 15'ê Têbaxê têkoşînê geş bikin û beşdarî nava refên gerîla bibin.