Ciwanên Rojava: Em êrîşên dagirkeriya Tirk qebûl nakin

Bi pêşengtiya Rêxistina Tevgera Ciwanên Şoreşger yê Sûriye ku li kampa Barik a Silêmanî ye ku bi hezaran ciwan û gelên Rojava lê dijî, êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser axa Kurdistanê bi şermezar kirin.

Bi tevlîbûna bi dehan ciwan, jin û welatiyên Rojava bi pêşengtiya Tevgera Ciwanên Şoreşger êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Kurd û Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê hate şermezarkirin. Di daxuyaniyê de wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abullah Ocalan hatin hildan û dirûşmên “Bimre Îxanet”, “Bijî Berxwedana Gerila”, “Şehîd Namirin” û “Biji Serok Apo” qîr kirin.

Daxuyaniya ciwanên Rojava ji aliyê Dîlber Mihemed ve hate xwendin wiha ye:

“Dewleta Tirk a dagirker, li ser Kurd û Kurdistanê êrîşên tunekirinê pêk tîne. Bi her awayî bi hovane êrîşên Mexmûr, Şengal, Rojava û Başûrê Kurdistanê dike. Di êrîşên xwe de çi rêgez û qanûnên mirovahiyê hebe binpê dike. Di êrîşên xwe de li ser axa me her roj cûr be cûr didomîne. Diyare ku li ser axa me hinek îxanetkar û nokerên vî welatî di êrîşên dewleta Tirk dagirker de hevpartî dikin. Çi dibe bila bibe em wek Ciwanên Rojava êrîşên li ser axa me qebûl nakin.

Dewleta Tirk a dagirker, di roja me ya îro de hemû hêz û polîtîkayên xwe di çarçoveya planên dagirkerina Kurdistan û tunekirina Kurdan esas werdigire. Di vê çarçoveyê de ciwanên pêşengên Şeladizê hedef girtin û şehîd xistin. Em ciwanên Şeladizê bibîrtînin.

Li hember êrîşan rawestandin mafekî herî asayî û bingehîne. Em ciwan baş dizanin ku îro êrîş li Mexmûr, Şengal, Kobanê û Şeladizê ye, lê wê sibe bigihêje Hewlêr, Silêmanî û Ranya jî. Divê di serî de taybet ciwan hemû gelê Kurd û Kurdistanê li hember van berxwe bide.

Dewleta qirker duh şev jî bi awayek qirêj û hovane êrîşê malekî li Helîncê ya Kobanê kir. Di encamê de 3 jinên berxwedêr şehîd xistin. Em didin diyar kirin êrîşên dewleta Tirk me nikara ji axa me derxin. Em li hember êrîşan bi awayek xurt û bi hêz bisekinin. Em hemû şehîdên Kurdistanê bibîrtînin. Soza tolhildana wan didin.”

Daxuyanî bi dirûşma “Bijî Berxwedana Heftanîn” bi dawî bû.