Nûçeya Lezgîn: Ji Rêber Apo banga dîrokî

Ciwanên Reqayê diherikin nava refên QSD'ê

132 ciwanên ji Reqayê, perwerdeya xwe ya bingehîn qedandin û tevlî nava refên Hêzên Sûriyeyê Demokratîk (QSD) bûn.

Dewreya perwerdeya bingehîn a şervanên QSD'ê, ku di bin sîwana Akademiya Leşkerî ya Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla vebû, bi dawî bû. 132 ciwanên ji Reqayê, piştî perwerdeya leşkerî ya 15 rojan, tevlî nava refên QSD'ê bûn.

Bi wesîleya bidawîbûna dewreyê, merasîmek li qada akademiyê hate lidarxistin. Şervanên nû li vê derê ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk sonda têkoşînê xwarin.

Dewrewya Perwerdeyê ya Şehîd Mistefa, dewreya 6. a perwerdeyê ye li Akademiya Fermandar Şehîd Feysel Ebû Leyla hat dayîn.