Ciwanên Mexmûrê bi meşek meşaleyî komplo şermezar kirin

Ciwanên Mexmûrê bi meşeke meşaleyî salvegera 21’ê ya Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir.

Tevgera Ciwanên Mexmûrê (TCM) û Tevgera Jinên ên Mexmûrê (TJCM) bi meşek meşaleyi 21’emîn salvegera Komploya Navneteweyî  ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezarkirin. Di daxuyaniya li ser navê TCM/TJCM’ê hate kirin de ev hate gotin: “Divê ciwan ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo di her qada lê dijîn de Rêbertî bixwînîn, fêm bikin, bijîn û çalakiyên di asta herî xurt de pêş bixin.”

Meşa ciwanan li ber deriyê Şaredariyê destpê kir. Di meşê de ciwan bi meşale û vekirina pankarta bi nivîsa “Tecrîdê Bişkêne, Faşîzmê Hilweşîne, Kurdistanê Azad Bike” vekirin.

Li pêşiya Navenda Çand û Huner a Mexmûrê (NÇHM) daxuyaniya ciwanan piştî deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdan û şûnde ji aliyê endamê TCM’ Îsmaîl Uçar ve hate xwendin.

Uçar bal kişand ser komplo û planên dagirkeriyê yên li dijî pêşengên ji bo gelên hejar têdikoşin û daxwaza azadiya wan dikin.

Uçar anî ziman ku ti demê êrîşên dagirkerî û qirkirinê li Kurdistanê bi dawî nebûye û got: “Tevî vê jî gelê Kurd ti demê binestî qebûl nekiriye, ji bo welatê xwe serî hildaye.”

Herî dawî Uçar bal kişand ser rola ciwanan a di têkibirina komploya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bang li ciwanan kir ku divê di vê rojê de dakevin qadna û got: “Divê her ciwan û gelê Kurd berxwedana Ocalan a li Îmraliyê tê dayîn ji bo xwe bike mînak û li her qadê asta têkoşîn û berxwedanê bilind bike. Ji bo vê pêwîste ciwan li her qadê Rêbertî bixwîne, fêm bike, bijî û çalakiyan xurt bike.”

Piştî daxuyaniyê û şûnde sînevîzyoneke komployê vedibêje hate nîşandan û çalakiya ciwanan bi dirûşmên ‘Bimre Komploya 15’ê Sibatê’, ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ û ‘Tu Kes Nikare Roja Me Tarî Bike’ bi dawî bû.