BI DÎMEN

Ciwanên Meşa Dirêj serdana bîrdariya Enfalê kirin

Ciwanên ku li Başûrê Kurdistanê ji bo azadiya Ocalan dimeşin, danê vê sibehê serdana bîrdariya şehîdên Enfalê ya li Çemçemalê kirin û ji wir berê xwe dan Kerkûkê.

Meşa Dirêj a ciwanên Başûrê Kurdistanê ya ji Silêmanî heta Hewlêrê, di roja sêyemîn de ye. Ciwanên ku duh bi şev li navçeya Çemçemal a Silêmanî man, danê vê sibehê bîrdariya Enfalê ya li Çemçemalê ziyaret kirin û çeleng danîn ber.

Li ser navê çalakgeran Perwez Rifat li vir axivî û bal kişand ser Enfal (qirkirin) a li Kurdan hatiye kirin. Rifat diyar kir, komploya 15'ê Sibatê ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî bi heman armancê hatiye kirin, lê belê bi berxwedana Ocalan a li Îmraliyê û bi têkoşîna gelê Kurd re pêşî li vê Enfalê hatiye girtin.

'BI KOMPLOYÊ XWESTIN ENFALÊN NÛ BIKIN'

Rifat got, "Bi komployê re, di şexsê Rêber Apo de xwestin bi rêya Enfaleke nû têkoşîna şoreşê ya gelê Kurd biqedînin. Lê belê, berxwedana ku Rêber Apo li Îmraliyê nîşan da, hemû planên dijminan pûç kir û pêşî li Enfaleke nû girt. Bi vê berxwedanê re ne tenê pêşî li qirkirina Kurdan, di heman demê de pêşî li qirkirina gelên herêmê hat girtin."

Rifat li ser meşa xwe jî ev nirxandin kir: "Berxwedana me ciwanan, nîşaneya berbiçav a pûçkirina van planan e. Weke Tegera Ciwanên Azad a Kurdistanê, Tevgera Jinên Ciwan ên Têkoşer, Tevgera Ciwanên Berxwedêr û Yekîtiya Ciwanên Rojava, bi vê meşa xwe ya drêj a ji Silêmanî heta Hewlêrê em dixwazin tecrîd û girtina Rêber Apo şermezar bikin, li dijî vê yekê têkoşînê mezin bikin û Rêber Apo azad bikin. Helwesta Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Konseya Ewropayê ya li pêşberî tecrîdê, me dixe nava fikaran. Girîng ev hêz êdî li ber tecrîdê rabin. Ji bo vê jî em ê heta dawiyê têbikoşin."

'DIXWAZIN SYKES-PÎCOT Û LOZANÊ CAREKE DIN BIXIN MERIYETÊ'

Yek ji rêveberên navenda bîryardariyê Habîl Ahmed, ku pêşwazî li ciwanan kir, ji ber vê serdanê spasiya ciwanan kir û serketin ji ciwanan re xwest. Ahmed destnîşan kir, ku daxwaza têkoşînê ya ciwanên Kurd wê pêşî li rûdana Enfalên nû bigire.

Ahmed got, "Di nava herikîna dîrokê de gelek caran gelê me hat qirkirin. Çawa ku rejîma Baas li başûrê Kurdistanê gelê me qir kir, dewleta Tirk jî îro heman tiştî dike" û wiha dewam kir: "Weke ku tê zanîn, beriya niha bi 18 salan Rêber Apo bi komployekê hat girtin. Ev komplo ji her alî ve bi rengekî li dijî mirovahiyê hat kirin. Lê belê Rêber Apo bi berxwedana xwe pêşî li vê komployê girt. Ji ber ku dijminên gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê bi ti awayî tehemûlî têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd nakin, dixwazin biryarên Sykes-Pîcot û Lozanê ji nû ve bixin meriyetê. Ev planên wan hê di dewrê de ne. Rêber Apo li Îmraliyê li dijî vê li ber xwe da û timî peyamên aştî û azadiyê da."

'RÊBER APO MANDELA YÊ KURDAN E'

Ahmed destnîşan kir, ku Ocalan bi têkoşîna xwe ya ji bo aştiyê Mandela yê gelê Kurd e û anî ziman, bi mezinbûna têkoşînê re wê pêşî li hemû komployan were girtin.

Ahmed di dewama axaftina xwe de got, "Ez bawer im, heta ku gelê Kurd xwedî ciwanên mîna we bi azadiyê ve dilsoz in û xwedî li şehîdên xwe derdikevin, wê serketinê misoger bike. Ez bawer im, bi vê têkoşînê re wê roj were Rêber Apo bibe Mandela yê Kurdan. Çawa ku Mandela bû semgola azadiyê, wê Rêber Apo jî bi heman rengî be."

Piştî serdana bîrdariyê ciwanan berê xwe dan Kerkûkê û dest bi meşê kirin.