Ciwanên ku Kose kuştin di nava DAÎŞ'iyan de tên hiştin!

Ciwanên Kurd ku hate gotin li Hewlêrê berpirsyarê MÎT'ê Osman Kose kuştine, di nava çeteyên DAÎŞ'ê de tên hiştin.

Ciwanên Kurd Mazlûm Dag û Memet Beşîksîz ku tê gotin, li Restorana Hoqqabaz a Hewlêrê Berpirsyarê MÎT'ê yê ji maseya Îranê û Başûrê Kurdistanê Osman Kose kuştin, di nava çeteyên DAÎŞ'ê de tên hiştin.

Li Hewlêrê di 17'ê Tîrmeha 2019'an de li restorana Hoqqabaz Berpirsyarê MÎT'ê yê ji maseya Îranê û Başûrê Kurdistanê berpirsyar Osman Kose hatibû kuştin.

Asayîşa PDK'ê bi îdîaya kuştina Kose, du ciwanên Kurd ên welatparêz Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz tevî 3 kes bi îdîaya alîkarî dane wan girtibû.

MÎT JÎ TEVLÎ LÊPIRSÎNA WAN BÛBÛ

Mazlûm Dag, Mehmet Beşîksîz û sê kesên bi alîkariya wan tên sûcdarikrin, li Asayîşa PDK'ê bi rojan hatin lêpirsîn û êşkence li wan hate kirin. Eşkere bû ku rêveberên payebilind ên MÎT'ê jî tevlî lêpirsîna wan bûn.

CEZAYÊ ÎDAMÊ LÊ BIRÎN, DI NAVA DAÎŞ'IYAN DE TÊN HIŞTIN!

Rûniştina doza Dag û Beşîksîz û kesên bi alîkariya wan hatin girtin di 11'ê Sibata 2020'an de li Hewlêrê pêk hat. Di rûniştinê de cezayê îdamê li Mazlûm Dag û Mehmet Beşîkçî hate birîn. Biryar di nava gelê Başûrê Kurdistanê de bûbû sedema nerazîbûneke mezin.

Eşkere bû ku PDK Dag û Beşîksîz di nava çeteyên DAÎŞ'ê de dihêle. Li gorî agahiyên ji aliyê wezîfedarekî girtîgehê ve hate dayin, piştî bidawîbûna dadgehê Mazlûm Dag û Mehmet Beşîksîz li beşa DAÎŞ'iyan hatin bicihkirin. Wezîfedar anî ziman ku ev yek bi daxwaza Tirkiyeyê hatiye kirin û ji ber ku li Başûr cezayê îdamê nayê bicihanîn, bi vî rengî dixwazin ku DAÎŞ'î ciwanên Kurd bikujin.

NERAZÎBÛNA GEL

Piştî ku bûyer hate bihîstin gelê Başûr nerazîbûneke mezin nîşan da. Gelê Başûr dibêje, nabe ku ciwanên Kurd di nava çeteyên ku serê Kurdan jê dikin û jinên Kurd revandin û li bazaran firotin bên hiştin. Bi taybetî gelê Başûr ê li Duhok, Zaxo û Hewlêrê ji vê pêkanînê aciz in.