Ciwanên Kerkûkê tevlî çalakiya mertalê zindî bûn

Li Qendilê li dijî êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk çalakiya meratên zindî hatibû destpêkirin. Ji bajarê Kerkûk yê Başûrê Kurdistanê bi dehan ciwan beşdarî çalakiyê bûn.

Çalakiya 'Mertalên Zindî' ya Tevgera Ciwanên Başûr û Tevgera Jinên Ciwan di 8’ê Hezîranê  li Qendîlê ku li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk dest pê kirî, di roja 19’an de didome. Piştgiriya ji bo ciwanan her ku diçe zêdetir dibe. Îro bi dehan ciwanên ji bajarê Kerkûkê çûn Qendilê û beşdarî çalakiya berxwedanê ya mertalên zindî bûn.

Ciwanên Kerkûkê diyar kirin ku ji bo bibin mertalê zindî hatine Qendilê. Ciwanan bal kişand li ser êrîşên dagirkeriyê yên li çar parçeyên Kurdistanê didomin û ragihandin ku ji bo xwedî li Başûrê Kurdistanê derbikevin li Qendîlê ne. Ciwanan diyar kirin ku di demên dawî de dewleta Tirk êrîşên dagirkeriyê li dijî Başûr zêde kirine û wiha gotin; “Bila dijmin baş bizane ku bi ti awayî em ê destûr nedin ku xaka me dagir bikin.”

Ciwanan destnîşan kirin ku xaka kevnar a Kurdistanê ne ya firotinê ye û ev peyam dan; “Em ê destûr nedin ku ev xaka pîroz carek din weke Kerkûkê were firotin. Ji bo vê em amade ne ku canê xwe feda bikin.”

Ciwanan bang li ciwanên Başûrê Kurdistan û hemû ciwanên Kurdistanê kirin ku xwedî li çalakiya mertalên zindî ya ciwanan a li Qendilê û Kurdistanê derbikevin.

Daxuyaniya ciwanan bi dirûşmeyên ‘Li dijî dagirkeriyê serî hilde’ , ‘Ji bo azadiya Rêber Apo serî hilde’ , ‘Ji bo azadiya Başûrê Kurdistanê serî hilde’ , ‘Ji bo parastina çiyayên pîroz ên Kurdistanê serî hilde’ bi dawî bû.