Ciwanên Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk protesto kirin

Komek ciwanên Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk a dagirker a li ser Kurdan û Başûrê Kurdistanê bi çalakiyekê protesto kirini.

Ciwanên di pêşengiya Rêxistina Ciwanên Kerkûkê de li Baxçeyê Şehîd Maruf ê Kerkûkê kom bûn êrîş û bomberdûmana dewleta Tirk a dagirker protesto kirin.

Çalakiya ku bi dehan ciwan amade bûn, Mihemed Azad li ser navê Rêxistina Ciwanên Kerkûkê daxuyanî xwend.

Azad diyar kir ku ew weke ciwanên Kerkûkê êrîşên dewleta Tirk bi tundî protesto dikin û got: “Em daxwaz dikin ku hikûmeta Iraqê û ya Herêma Kurdistanê bi erka xwe rabin. Bi rêya civaka navneteweyî sînorekî ji vê dagirkeriyê re deynin.”

Azad anî ziman ku di êrîşên dewleta Tirk a faşîst de welatiyên bê sûc dibin qûrbanî”

Her dawî Azad destnîşan kir ku ev êrîş êrîş dûrî nirxên mirovatî, yasayî û exlaqî ne.