Ciwanên Kerkûkê destgîrkirinên li Silêmaniyê şermezar kir

Ciwanên Kerkûkê têkildarî destgîrkirina ciwanên welatparêz ên li Silêmaniyê ji aliyê hêzên asayîşê ve daxuyaniyek dan çapemeniyê. Ciwanan destgîrkirin û helwesta YNK’ê bi tundî şermezar kirin.

Duh li bajarê Silêmaniyê ciwanan xwestin li dijî êrîşên dewleta Tirk û tecrîda ser Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan çalakiya protestoyê li dar bixin. Lê asayîşa Silêmaniyê destûr neda û êrîşî ciwanan kir. Di encama êrîşê de rojnameger û endamên Komeleya Karkerên Mezopotamyayê jî di nav de 97 kes hatibûn destgîrkirin.

Têkildarî destgîrkirinan îro ciwanên Kerkûkê daxuyaniyek dan çapemeniyê, destgîrkirinên li Silêmanî û helwesta YNK’ê şermezar kirin.

Daxuyanî ji aliyê endamê ciwanên welatparê ên Kerkûkê Amed Kerkûkî ve hate xwendin û wiha hate gotin; “Em ciwanên welatparêz, rêxistinek fermî ne li Herêma Kurdistanê. Me xwest em çalakiyekê li Silêmaniyê li dijî tecrîda ser Rêber Ocalan li dar bixin, lê asayîşa Silêmaniyê ya bi ser Yekitiya Nîştimana Kurdistanê, derdora xwepêşandanê girt. Hejmara otomobêlên asayîşê ji xwepêşandanan zêdetir bû.

Asayîşê di xwepêşandanê de 97 kes girtin. Ji van 30 jin in û 4 jî rojnameger in. Em hêvîdar in YNK, navçeyên ku di destê wî de mayî, bi awayek demokratîk biparêze.”