Ciwanên ji Başûr ji bo Ocalan meşek li dar xistin

Ciwanên ji Başûr li bajaroka Bazyanê ya bi ser Silêmaniyê bi daxwaza ‘Ji Ocalan re azadî’ meşeke ji bo 2 rojan dan destpêkirin.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê û Jinên Ciwan ên Şoreşger di çarçoveya pêngava ‘Serî hilde’ de ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşeke du rojan li dar xistin. Meş wê ji bajaroka bi navê Bazyanê ya bi ser Silêmaniyê were destpêkirin û wê li Silêmaniyê bi dawî bibe. Ciwan bi vê meşa xwe tecrîda li ser Ocalan protesto dikin.

Endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kurdistanê, Erdal Engîn diyar kir ku ew ji bo azadiya Ocalan vê meşê li dar dixin û got, “Em tecrîda li ser Rêber Apo qebûl nakin. Divê dewleta faşîst a Tirkiyeyê tecrîda giran a li ser Rêber Apo rake û dev ji êrîşên li dijî axa me berde.”

Ciwanan xwestin ji du milan, bajarokên Bazyan û Erbetê dest bi meşê bikin. Lê meşa li Erbetê ji aliyê asayîşê ve hate astengkirin û destûr nedan meşê. Li gel astengî û qedexekirinan ciwanan diyar kirin ku ew ê bimeşin. Ev meş wê du rojan bidome û tê payîn ku li Parka Silêmaniyê bi dawî bibe.