Ciwanên Başûrî serdana çalakgerên greva birçîbûnê kirin

Endamên du tevgerên ciwanan ên Başûrê Kurdistanê, serdana berxwedêrên li Silêmaniyeyê kirin ku li dijî tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne.

Endamên Tevgera Jin ên Ciwan ên Şoreşger a Silêmaniye û Civaka Ciwanên Welatparêz ên Başûrê Kurdistanê, serdana çalakgerên greva birçîbûnê yên li Komeleya Karkeran a Mezopotamyayê kirin.

Greva birçîbûnê ya bêdem-bêdorveger a li Silêmaniyeyê 154 roj in didome.

Merwan Memduh Ozdemîr ku di koma nû de cih digire û sê roj berê dest bi rojiya mirinê kiribû, ciwan pêşwazî kir. Ozdemîr kêfxweşiya xwe ya ji ber serdanê anî ziman. Ciwanan jî xavikên spî diyarî çalakgeran kirin.