Ciwanên Başûr: Ji bo Zînî Wertê di 16 mehê de em ê dest bi meşê bikin

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, ji ber provakasyona PDK’ê ya li herema Zînî Wertê bi şîara ‘’Em ji bo Yekîtiya Neteweyî dimeşin’’ wê di 16 mehê de ji Ranyayê ber bi Zînî Wertê dest bi meşa dirêj dikin.

Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê di derbarê meşa xwe ya direj de daxuyaniyek weşand. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku, bi provakasyona Zînî Wertê axa Başûrê Kurdistanê bûye armanca dewleta Tirk a dagirker û ji bo dagirkerî were şikandin wê dest bi meşeke dirêj bikin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin

‘’Di 13 Nîsanê de hêzên peşmergeyên ser bi PDKê bi hinceta koronavîrusê hêz şand Zînî Wertê ya di navbera rêze çiyayên Qendîl û Karoxê de. Piştre li gor daxuyaniyên şêniyên Zînî Wertê tê fêmkirin ku hêzên peşmergeyên ser bi PDK’ê bi plana dewleta Tirk a dagirker ketiye nava liv û tevgerê. Dîsa li gor agahiyên şêniyên Zînî Wertê bi raya giştî re par ve kiriye, di nava peşmergeyên li heremê de MÎT’ên Tirkan jî hene û cil û bergên peşmergeyan li ser wan e. Ev jî diyar dike ku çûyîna PDKê di çarçoveyê planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ye.

Bi provakasyona Zînî Wertê re planA dewleta Tirk a dagirker ji alî her kesî ve pir vekirî hatiye dîtin. Di serî ev di şêniyên Zînî Wertê û gelê Başûrê Kurdistanê nerazîbûnek pir mezin daye avakirin. Sedemên provakasyonê û planên dewleta Tirk a dagirker deşîfre bûye, li ser vî jî gel, rewşenbîr, hunermend, nivîskar, rojnamevan, siyasetmedar, dayikên laçikspî, jin, peşmergeyên dêrîn, mamosteyên ayînî bang li PDKê dikin ku bila hêzên xwe ji Zînî Wertê bikişînin. Lê PDK’ê hîn jî guh nedaye van bangawaziyan.

Em Însiyatîfa Ciwanên Başûrê Kurdistanê, em ê careke din li rol û mîsyona xwe xwedî derdikevin. Bi ruhê gerîlla, pêşmerge û şervanên ku ji bo yekîtiya neteweyî û azadiya Kurdistanê şehîd ketine, em ê ber vî Zînî Wertê ve meşeke dirêj bidin destpêkirin.

Em ê tu carî nehêlin ku planên dagirkirina Başûrê Kurdistanê ya dewleta Tirk a dagirker bigihije armanca xwe. Li ser vî bingehî, di 16’ê Gulanê de bi şîara “Em ji bo yekîtiya neteweyî dimeşin” em ê meşa xwe ya dirêj bidin destpêkirin.

Li ser vî esasî em bang li gelê Başûrê Kurdistanê, rewşenbîr, nivîskar, hunermend, siyasetmedar, rojnamevan, jin, ciwan, peşmergeyên dêrîn, nûnerên baweriyan dikin ku tevlî vê meşa dirêj bibin.

Di 16’ê Gulanê de wê saet di 10.00’an de li ber zanîngeha Ranyayê meş were destpêkirin.”