Ciwanên Başûr ji bo azadiya Ocalan serî hildan

Ciwanên Kurd ên li Silêmanî, di çarçoveya pêngava 'Serî Hilde' de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dimeşin.

Ciwanên Welatparêz ên Kurdistanê û Rêxistina Jinên Ciwan ên Şoreşger, di çarçoveya pêngava serî hilde de îro saet 10:30'an, meşek ji Balafirgeha Navneteweyî ya Silêmaniyê heya ber Baxê Giştî dan destpêkirin.

Endamê Meclîsa Rêveber a Ciwanên Welatparêz Milîtan Germiyan beriya destpêkirina meşê axivî û got, "Di çarçoveya pêngava serî hilde ya Komelên Ciwan û Komelên Jinên Ciwan de,  me meşek lidarxist."

Milîtan Germiyan wiha pêde çû: "Em, tecrîda ku li ser Rêber Apo tê pêkanîn şermezar dikin û qebûl nakin. Her wiha ew dagirkeriya ku di bin pêşengiya dewleta Tirk de li ser xaka Kurdistanê pêk tê, di van demên dawiyê de jî ku Kerkûk û Germiyan jî hatin dagirkirin qebûl nakin û em xwe xwediyê wan herêman dizanin."

Germiyan îşaret bi astengkirina çalakiyan wa ya ji aliyê nuqteyên kontrolê yên Erbet û Taslûce ve kir û got: "Mixabin duh asayîşa YNK'ê li nuqteyên kontrolê ya Erbet û Taslûceyê ev çalakiya me asteng kirin. Lê piştre li ser israra ciwanan, destûr dan ku meş bê nava bajarê Silêmaniyê. Ji lewma em van astengkirinan şermezar dikin."
 
Piştî Milîtan Germiyan endama rêveberiya Jinên Ciwan ên Têkoşer Mîtra Pêncwênî axivî  û got: "Ev çalakiya me bi armanca şermezarkirina tecrîdkirina Rêber Apo ye. Dijminên gelê Kurd dixwazin di kesayetiya Rêber Apo de gelê Kurd têk bibin."

Çav li rê ye ku meşa ciwanan piştî nîvro bi mîtîngeke girseyî biqede.