Ciwanên Başûr bi wesîleya 10'ê Cotmehê çalakî li dar xistin

Rêxistna Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer, li bajarên Ranya, Qendîl û Helebçeyê, bi wesîleya "10'ê Cotmehê Roja Azadiya Ocalan a Cîhanî" çalakî li dar xistin.

Li Ranyayê ciwanan wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li her deverên bajêr daliqandin.

Li Helebçeyê jî bi agir nivîsa "Apo" nivîsandin. Ciwanan di dema çalakiyê de dirûşma "Bijî Serok Apo" qîriyan.

Li Qendîlê jî daxuyaniyek hate dayin û hate gotin, "Ewlehiya Serok Apo ewlehiya me ye. Azadiya Serok Apo azadiya me ye. Em dibêjin, dem dema azadiyê ye. Ji bo me bê Serok Apo jiyan nabe."

Ciwanan piştî daxuyaniyê fîşekên hewayî teqandin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" qîriyan.