Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan

Li Geverê ciwanan agirê Newrozê vêxist û piştî pîrozbahiyê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan meşiyan.

Li Taxa Ormanê ya navçeya Gever a Colemêrgê, ciwanan Newroz pîroz kir û ji bo Rêberê Gelê KurdAbdullah Ocalan meşek li dar xistin. Ciwanên li taxê li hev kom bûn agirê Newrozê vêxistin û bi teqandina fîşekên hewayî û dirûşmeyan Newroz pîroz kirin.

Piştî pîrozbahiyê ciwanan ji bo balê bikişînin ser tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li nava taxê dest bi meşê kirin û dirûşmeyên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Azadî ji bo Ocalan" berz kirin.

Her wiha şêniyên taxê jî bi çepikan û tilîliya piştgiriya çalakiya ciwanan kirin.

Piştî demekê polîsan êrîş bir ser ciwanan. Polîsan bi wesyîtên zirxî serê kuçeyan girtin û agirê ku ciwanan vêxistibû temirandin. Ciwanan jî bi keviran bersiva êrîşên ciwanan da.