Civînên gel ên li Wanê: Gel careke din xwedî li partiya xwe derket

Civînên gel ên Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP'ê yên li Wanê bi dawî bûn. Rêveberê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Mesût Bor anî ziman ku bi rexne û pêşniyarên gel wê hîn bi xurtî dest bi pêvajoyê bikin.

Civînên gel ku Partiya Çepên Kesk, HDP û DBP nêzî 15 roj in li Wanê pêk tînin, bi dawî bûn. Hevberdevkê Komîsyona Ekolojiyê û Endamê Komîsyona Rêxistinbûnê, Rêveberê Bajêr ê Wanê yê HDP'ê Mesût Bor li ser mijarê ji ANF'ê re axivî.

Bor destpêkê du hilbijartinên meha Gulanê yên li Kurdistanê û Tirkiyeyê bi bîr xist û anî ziman, ji ber hin kêmasiyên di hilbijartinê de rû dan, bi fermana partiyê wan civînên gel lidar xistin. Bor diyar kir ku wan li Wanê nêzî 50 civînên gel pêk anîn û got, "Di pêvajoya jinûve avabûnê de gelê me ji me re qala hemû kêmasiyên me kir. Beşdariyeke xurt li civînan çêbû, gelê me qala pirsgirêkan kir. Bi pêvajoya jinûve avakirinê ya bi gelê xwe re me dest bi pêvajoyeke nû kir. Li gorî rexne û pêşniyarên di civînan de hatin kirin em ê pêvajoya jinûve avakirinê pêk bînin. Li gel vê yekê em ketine pêvajoya kongreyê. Bi pêşniyar û rexneyên gelê xwe em ê kongreya xwe lidar bixin. Em ê vê pêvajoyê bi rengê herî xurt dewam bikin. Gelê me careke din nîşan da ku ew bi partiya xwe re ye û wê bi her awayî piştgiriyê bide."

Bor bang li rêxistinên girseyî yên demokratîk û gel kir ku piştgiriya têkoşînê bikin û got, "Bloka faşîst a AKP-MHP'ê zexteke giran dike. Rojnamevan, siyasetmedar kirin hedef. Em li hemberî vê pêvajoya zextê têdikoşin. Bloka desthilatdar ku dixwaze pêvajoya antî demokratîk dewam bike, pirsgirêka tevahiya Rojhilata Navîn e. Di vir de alternatîfa yekane Partiya Çepên Kesk e. Li pêşiya me hilbijartineke xwecihî heye. Ji bo vê hilbijartinê bi rengê herî xurt pêşwazî bikin em ê bi rêxistinên girseyî yên demokratîk hemûyan û bi gelê xwe re bixebitin."