Civîna Tifaqa Azadî û Demokrasiya Kurd: Divê em bersivek dîrokî bidin

Di axaftinên li civîna ku deklerasyona hilbijartinê ya Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd hate ragihandin de, li dijî tecrîda li Îmraliyê nerazîbûn hate nîşandan û hat gotin, "Divê em bersivek dîrokî bidin AKP-MHP'ê."

Tifaqa Azadî û Demokrasiyê ya Kurd li Eywana Dawetan a Ayaz Elegence ya Peyasa Amedê “Deklerasyona Hilbijartinê” eşkere kir. Piştî deklerasyon hate xwendin, hevserok û serokên partiyan mafê axaftinê girtin.

SANCAR: EV TIFAQ WÊ BI SER BIKEVE

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Mîthat Sancar bal kişand ser tifaqa Kurdistanî û wiha got: “Em di rojeke girîng de hatin gel hev. Em dikarin vê rojê wek gavekî dîrokî pênase bikin. Tifaqa me ya Kurdistanî ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd gelek girîng e. Rêya çareseriya demokratîk ji rêvebirina herêmkî derbas dibe. Ev tifaq e ji bo vê rêyê gavekî gelekî girîng e. 14’ê Gulanê ji bo destpêkeke nû girîng e. Avakirina van derfetan di destê me de ye. Heke em hêzên xwe bikin yek û rêveberiyên herêmî mezin bikin, şensê me jî ewqas mezin dibe. Hedefa tifaqên me; azadî û wekheviya hemû gel û baweriyan e. Gele Kurd li ber xwe da, paş ve gav neavêt, li hember zext û zordariyê serî rakir û ji bo siyaseta demokratîk bibawerî meşiya. Wê tifaqa me serbikeve.”

UÇAR: TÊKOŞÎNA GELÊ KURD TÊKOŞÎNEKÎ DESTANE YE

Hevberdevka Partiya Çep a Kesk Çîgdem Kiliçgun Uçar jî destnîşan kir ku ew dê bi vê tifaqê ber bi serkeftinê ve biçin û wiha domand: “Hilbijartina 14’ê Gulanê, hilbijartina sedsala me ye. Têkoşîna azadiyê hebû û dê ji niha pê de jî her hebe. Em hêza xwe ji gelê xwe digirin. Em siyaseteke binirx dimeşînin. Sed silav bo wan kesên ku ev nirx avakirin bin. Me emaneta wan hilgirt û em ê mezintir bikin. Ev serkeftin dê ya me hemûyan be. Têkoşîna gelê Kurd têkoşînekî destane ye. Dirûşma ‘jin, jiyan, azadî’ rê nîşanî me dide û dê bide jî. Dixwazin bi netewe dewletan rastiya Kurd ji holê rakin. Tecrîda li ser birêz Abdullah Ocalan li ser hemû girtiyan tê meşandin û sînorên Îmraliyê derbas kiriye. Tecrîd, li Kurdistan û Tirkiyeyê înkarkirina Kurdan e.”

AŞITÎ: EGER EM NEBIN YEK EM Ê BISER NEKEVIN

Piştre jî Serokê Giştî yê Partiya Azadî Ayetûllah Aşitî axivî û wiha got: “Heke yêkitî tune be serkeftin jî tune ye. Hewce ye em xeletî û rastiyên xwe bidin ber hev û em bi hev re bimeşin. Em çima li hemberî van zextan li ber xwe nadin? Em çima wezîfeya xwe bi micidî bi cih nayînin? Heke em li ber xwe bidin em ê serbikevin.”

DDKD : EGER EM TIFAQÊ BAŞ BINIRXÎNIN EM Ê TEQEZ BI SER BIKEVIN

Serokê DDKD’ê Abdûlhey Okûmûş jî mafê axaftinê girt û da zanîn ku bi salane li ser Kurdan polîtîkayên înkar û asîmîlasyonê dimeşînin lê ev polîtîka bi ser neketine. Okûmûş, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dîsa li girtîgehan jî heman polîtîka meşandin, lê li wir jî bi ser neketin. Em Kurd bûn sembola berxwedanê. Ji ber vê yekê dê serkeftin jî ya Kurdan be. Serkeftin ji bo Kurdan, serkeftin ji bo Partiya Çep a Kesk.”

OZTURK: DIVÊ EM BERSIVEKÎ DÎROKÎ BIDIN

Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk diyar kir ku siyaseta tirk, şer û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kûrtir kir. Bi domdarî Ozturk bi lêv kir ku li ser her çar aliyên Kurdistanê û hemû saziyên wan êrîş hene û ev tişt anî ziman: “Hemû gavan li hemberî me ne û vî şerî didomînin. Ji bo Kurdistanê ev roj gelekî girîng û dîrokî ye. Êrîş li ser nasnameya me ye. Hewceye em bersiva van êrîşan bidin û ev bersiva me jî dîrokî be.”

KEMAÇ: EM Ê AZADÎ Û DEMOKRASIYÊ AVA BIKIN

Serokê Giştî yê PÎA’yê Mehmet Kamaç jî got ku armanca tifaqên li Kurdistan û Tirkiyeyê yekitî ye û wiha pê de çû: “Ev xebat, xebatên dîrokî ne. Em ê rejîma ku li ser înkar û zilmê ava bû bişînin. Em ê azadî û demokrasiyê ava bikin. Em ê edaletê jî bînin.”

ÇÎFTYUREK: YAN EM Ê BI HEV RE SERBIKEVIN YAN JÎ DÊ BI HEV RE BINBIKEVIN

Herî dawî jî Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek axivî û wiha got: “An yekitî, an yekitî. Ya em ê bi hev re serbikevin, yan jî dê bi hev re binbikevin. Silav li hemû şervanên Kurdan re. Hemû jinên Kurdistanê rûmeta me ne, ji wan re jî silav. Em bang li Kurdan dikin, werin em pirsgirêkên di navbera xwe de xelas bikin û rêya siyaseta demokratîk a Kurdan vekin. Werin em Amedê azad bikin.”