Civîna Silêmanî: Di vê qonaxê de yekdest û yek helwest bin

Di civîna rewşenbîran a li bi pêşengiya PYD’ê ya li Silêmanî hate kirin de, bang hate kirin ku divê hemû aliyên Kurdî di vê qonaxê de ku êrîş li ser her çar parçeyên Kurdistanê heye, bi yek dest û yek helwest bin.

Bi pêşengtiya Nûnertiya Partiya Yekîtiya Demokratîk a li Başûrê Kurdistanê (PYD) êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê û Başûrê Kurdistanê bi kombûneke kesayet, rewşenbîr, siyasetmedar û akademîsyenan hate nirxandin.

Civîn piştî peyamên Hevseroka PYD’ê Asya Abdullah û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) Mezlûm Ebdî û peyama PYD’ê, ji çapemeniyê re girtî dom kir.

Piştî civîn qediya ji aliyê Nûnerê PYD’ê ya li Başûr Cavîdan Kemal ve têkildarî naveroka civînê daxuyaniyek hate dayîn.

Di daxuyaniyê de ev xisûs derketin pêş:

“Di civînê de bal kişand ser yekrêzî û yek helwestiya di qonaxên wiha hestyar ku êrîşên qirkirinê li ser gelê Kurd li çar parçeyên Kurdistanê tê kirin. Ev êrîş li ser hemû gelê Kurd û siberoja gelê Kurd e. Ji bo wê divê em di vê qonaxê de yek dest, yek deng û yek helwest bin.

Em di vê civînê de gihiştin çend xalên hevpar ku kar li ser bikin. Yek ji van biryaran ku hemû alî li ser yek firkir bû komîteyek bê amadekirin.

Erka vê komîtê wê ew be ku xebat û karên wiha rêk bixe û civînên wiha saz bike. Ev komîte wê civînên xwe lidar bixe ku bikare mekanîzmeke baş çêbike ku hemû beş û aliyên din jî bikare cihê xwe di nîqaşên siberojê de bê sazkirin bigirin û li dijî êrîşên dagirkeriyê helwestên xwe nîşan bidin.

Yek ji xala din ew e ku hemû kesên ku beşdarî civînê bûne, êrîşên dagirkeriyê şermezar kirin. Her wiha bang li hêzên navneteweyî bike ku helwestên xwe yên li ber êrîşên dagirkeriyê yên Tirkiye zelaltir û xurtir bikin.

Hemwextî vê yekê piştevaniya xwe ya ji bo serhildan û şoreşa Rojhilatê Kurdistanê û Îranê nîşan didîn. Sûcên rejîma Îranê û êrşên wê yên li ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.

Komîteya bê avakirin wê yek ji karê wan belgekirin û dokomendkirina sûc û kiryarên şer ên dewleta Tirk a dagirker a li ser Rojava û Başûrê Kurdistanê be. Van belgeyan bigihîne asta navneteweyî. Hemwext karê qanûnî yê vê derbarê jî birêve bibin.

Her wiha banga me ji bo civaka me ya Kurd a li derveyî welat li kû dibe bila bibe, bi erka xwe rabin û têkoşînê xurtir bikin. Di asta navneteweyî de Kurdan û têkoşîna wan bidin nasîn.

Têkoşîna me wê dewam bike heta mafê xwe bidest bixin.”