Çîroka yên li Roboskî hatin kuştin - 3

Êşa li Roboskî hê teze ye, rû nakenin. Dîwar bi wêneyên yên çûne hatine xemilandin, mîna ku jiyana nîvco temam dikin.

Di salvegera pêncemîn a Komkujiya Roboskî de me xwest çîroka ciwan û zarokên di komkujiyê de hatin kuştin, careke din bibîr bînin.

Ji gundên Roboskî û Bujeh ên navçeya Qilaban a Şirnexê 34 kes, ku 28 ji wan ji malbatekê ne, di 28'ê Kanûna 2011'an de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest dan.

Komkujî dikeve sala pêncan, lê hê jî berpirsyar nehatine eşkerekirin. Di demeke ku mirî bi hejmaran tê nîşandan, em ê weke ANF çîroka yên li Roboskî hatine kuştin, ji nû ve bibîr bînin.

Êşa li Roboskî hê teze ye, rû nakenin. Dîwar bi wêneyên yên çûne hatine xemilandin, mîna ku jiyana nîvco temam dikin.

SERHAT ENCU

Serhat Encu zarokê sêyemîn ê malbata xwe bû. Piştî pola yekemîn a Lîseyê dest ji dibistanê berda û dibû alîkar ji kekên xwe yên li zanîngehê re. Serhat kengî diçû qaçaxçitiyê, dayika wî bi rojan li benda wî dima û qet nedikarî rakeve. Wê rojê jî bi hevalê xwe yê nêz Celal çûbû. Du hevalên gelekî nêzî hev li ser rêya debarê jiyana xwe ji dest dan.

CELAL ENCU

Celal Encu hê 12 salî bû. Zarokê herî biçûk ê malbateke xizan a ji şeş nifûsî bû. Dayika wî berî pênc salan jiyana xwe ji dest dabû. Derfetê malbatê nebû ku ew xwendina xwe bidomîne û di pola 8'an de dibistan terikand. Dûre ji bo alîkariyê li malbatê bike dest bi bazirganiya li ser sînor kir. Gelekî hez ji lîstina gogê dikir.

HUSEYÎN ENCU

Huseyîn Encu di sala 1991'ê de ji dayik bû. Zarokê herî mezin ê malbatê bû. Ji ber ku emrê wî ji yên xwişk-birayên wî mezintri bû, hewl dida mîna bavekî li wan miqate be. Tevî ku dixebitî jî heta lîseyê xwend. Ji bo birayên wî yên din neçe qaçaxçitiyê, ew ketibû binê vî barî.

CEMAL ENCU

Cemal Encu di şeveke sar a sala 1994'an de ji dayik bû. Dema hat kuştin 17 salî bû. Xizan bû, lewma di dema lîseyê de dest bi bazirganiya qaçaxçitiyê kir. Hem malbata xwe xwedî dikir, hem jî lêçûnên dibistana xwe peyda dikir. Ji bo deynê kantîna dibistanê yê li wî bide, wê rojê çûbû qaçaxçitiyê. Dayika wî ya nekarî bimeşe, piştî ku ew dengê bombeyan bihîst, bi lez û bez xwe gihandibû wê derê.

SALÎH UREK

Salîh Urek hê 16 salî bû. Yek ji 34'an bû, ku di nava tariya reş û serma û seqemê de pênc saetan di nava lepên mirinê de ma. Di pola dawî ya lîseyê de bû. Dixwest biçe zanîngehê. Dixwest weke doktorekî li gundê xwe vegere. Lewma gelekî li ser dersên xwe dixebitî.

YUKSEL UREK

Piştî ku bavê wî qeza derbas kir û welê lê hat ku nema dikare bixebite, di sala ewilî ya lîseyê de neçar ma dest ji dibistanê berde. Malbata wî ya ji 8 neferan hebû. Ji bo debara malbata xwe bike, di nava serma û seqemê, berf û baranê de diçû qaçaxçitiyê. Ew jî mîna yên din biçûk bû. Mîna yên din xizan bû.

BEDRAN ENCU

Bedran Encu zarokê herî mezin ê malbata ji 9 neferan bû. 13 salî bû. Diçû pola 8. a lîseyê. Dixwest bibe parêzer. Haya wî jê hebû ku malbata wî xizan e. Ji bo lêçûnên dibistana xwe bi xwe terarik bike dest bi qaçaxçitiyê kir. Wê şevê bi pismamê xwe Şivan re bû. Bavê wî di bêrîka wî ya qetiyayî de 20 lîre pere û kek dîtibû. Bavê wî bi rojan li lingên wî yên jê bûyî geriya û hê jî nedîtiye.

ADEM ANT

Adem Ant zarokê herî mezin ê malbatê bû. Malbata wî ji 12 neferan pêk dihat. Barê giran timî li ser milê wî bû. Ji ber ku bavê wî ji her du çavên xwe emeliyat bû, Adem diçû qaçaxçitiyê. Destgirî bû. Dema zewicî wê li Şirnexê bi cih bibûya. Heta havînê wê ji xwe re pere bida ser hev û daweta xwe çêbikira. Rojekê dema çû qaçaxçitiyê ji ber gulereşandinê birîndar bûbû. Destgiriya wî qaçaxçitî lê qedexe kiribû, lê xizaniyê careke din berê wî dabû qaçaxçitiyê.

SELAM ENCU

Selam Encu zarokê herî mezin ê malbata xwe bû. Mirovekî bêdeng û şermokî bû. Beşa înşaetê ya du salan qedandibû, xwe amade dikir ji bo derbasî endezyariya înşaetê bibe tevlî ezmûnan bibe. Dema pereyê ji bo tevlîbûna ezmûnê jê hate xwestin, bavê wî gotibû 'bila hinekî bisekine'. Ev gotin li Roboskî navê din ê tinebûnê ye. Ji bo mesrefa sinavê wî dest bi qaçaxçitiyê kiribû. Ji bo bibe endezyar, hê nebûbû 23 salî hat kuştin. Mîna yên din çîroka wî jî nîvco ma.

ASLAN ENCU

Kekê Aslan Encu, beriya niha li ser rêya qaçaxçitiyê pê li mayînê kiribû û seqet ma bû. Barê debara malbata ji 10 neferan êdî li ser milê wî bû. Hem wê malbata xwe xwedî bikira, hem jî protezê kevn ê kekê xwe biguherta. Gelekî hez ji kewên gozel dikir. Timî ji dayika xwe re digot, ku ji bîr neke avê bide kewên wî.

HAMZA ENCU

Hamza Encu jî mîna yên din xizan bû. Di emrekî biçûk de dest bi qaçaxçitiyê kiribû. Hê 24 salî bû. Nekarî bû biçe dibistanê û ji bo xwişk-birayên wî bixwîne dixebitî. Tenê mil û lingên wî teslîmî malbata wî kiribûn. Ji Hamzayê 80 kîloyî, tenê deh kîloyên wî radestî dayika wî kiribûn. 70 kîloyên bedena wî li çiyayê Roboskî reşiya bû. Dayika wî niha li ser her kevirî, li ser her çiyayî fatîhayê dixwîne.

YILMAZ ENCU

Yilmaz Encu alîkarê operator, serkêşê govenda her dawetê û ciwanê gund bû. Li heman cihî, di heman saetê de, li ser kevirê sînor ê bi hejmara 15'an, saet di 21:40 de, li wî cihî topên ji agir lê bariya bû. Bû Roboskiyê 36. Eger edalet pêk hatibûya, wê Komkujiya Duyemîn a Roboskî rû nedabûya.

VEDAT ENCU

Vedat Encu ji nava 10 zarokên malbata xwe yê duyemîn bû. Xwendekarê pola duyemîn a lîseyê bû. Ew jî mîna yên din xizan bû. xweş bi gogê dilîst. Dixwest bibe doktorê ocaxa tenduristiyê ya gund a bê doktor.

Ji xizmên wî 6 kes di 28'ê Kanûna 2011'an de hatibûn kuştin li heman cihî û di heman saetê de. Mamosteyên wî, tevî kûpa û madalya li dibistanê bidana wî, çûbû sersaxiyê. Eger bijiya wê tevî karnameya wî bidana wî.