Çîroka yên li Roboskî hatin kuştin -2
Li Roboskiyê ku êş hê teze ye, rû nakenin. Dîwarên ku wêneyên kesên hatine kuştin li wan daliqandî ne, mîna ku jiyana nîvco temam dikin, hatine xemilandin.
Li Roboskiyê ku êş hê teze ye, rû nakenin. Dîwarên ku wêneyên kesên hatine kuştin li wan daliqandî ne, mîna ku jiyana nîvco temam dikin, hatine xemilandin.
Di salvegera pêncemîn a Komkujiya Roboskî de me xwestin çîroka ciwan û zarokên di komkujiyê de hatin kuştin, careke din bibîr bînin.
Ji gundên Roboskî û Bujeh ên navçeya Qilaban a Şirnexê 34 kes, ku 28 ji wan ji malbatekê ne, di 28'ê Kanûna 2011'an de ji ber bomberdûmana balafirên şer ên Tirk jiyana xwe ji dest dan.
Komkujî dikeve sala pêncan, lê hê jî berpirsyar nehatine eşkerekirin. Di demeke ku mirî bi hejmaran tê nîşandan, em ê weke ANF çîroka yên li Roboskî hatine kuştin, ji nû ve bibîr bînin.
Li Roboskiyê ku êş hê teze ye, rû nakenin. Dîwarên ku wêneyên kesên hatine kuştin li wan daliqandî ne, mîna ku jiyana nîvco temam dikin, hatine xemilandin.
SALIH ENCU
Salih Encu li malbateke ji heft ferdan ji dayik bû. Hê 18 salî bû. Ji bo du birayên wî bixwîne, ji malbatê ew diçû qaçaxçitiyê. Malbata wî jî xizan bû mîna yên din. Bavê wî berî çardeh mehan pê li mayinê kiribû û seqet ma bû. Ji mesrefa tedawiya bavê xwe û debara malbatê, Salih berpirsyar bû. Wî jî da dû hevalên xwe û bi hev re bûn hedefa wan bombeyan.
SEYÎTHAN ENÇ
Seyîthan Enç di sala 1990'î de ji dayik bû. Li dibistanê gelekî serketî bû. Ji bo kar bike çû Stenbolê, lê nekarî îdare bike û li gundê xwe vegeriya. Li gundekî cîranê wan hezkiriyeke wî hebû. Ji ber ku berî zewacê 'leşkerî' li ser hat ferzkirin, berê xwe da leşkeriyê. Piştî ku vegeriya niyeta xwe hebû bizewice, lê ne derfetên wî hebûn ne jî pereyê wî. Niha tenê çend gotinên bedew ji wî man e, wêneyek, xeyalên şikestî û dayikek, xwişk-birayên dilşewat...
MÛHAMMED ENCU
Mûhammed Encu mezinê malbatê bû, kekê 13 kesî bû. Ew jî mîna yên din xizan bû. Dixwest bibe veterîner. Gelekî hez ji heywanên ji aliyê bavê wî ve dihat xwedîkirin, dikir. Herî zêde jî ji hêstiran hez dikir, ku dişibin hespê. Xeyala wî ya herî mezin kirîna hespekî bû. Dema li gund heywanek diket û birîndar dibû, ya jî di zivistanê de nexweş diket, dilê wî pê dêşiya. Çi ji destê wî dihat dikir. Ji bo heywanên li gund dixwest bibe veterîner.
CÎHAN ENCU
Cîhan Encu yek ji şeş xortên malbata ji 7 zarokan bû. Sê roj beriya rojbûna wî hate kuştin. Bi dilxwazî dest bi dibistanê kir, lê neçar ma di lîseyê de dest jê berde. Di mejiyê bavê wî de tumor Nexweşxane, doktor, derman. Sê salan bi vî rengî dewam kir. Sala dawî ya emrê xwe li nava nivînan derbas kir. Dema bû panzdeh salî, bavê wî êdî tine bû. Dayika wî jî di qezaya trafîkê de jiyana xwe ji dest da. Tevî xwişk û birayên xwe bê dê û bê bav ma. Cîhan di 15 saliya xwe de sêwî ma, beriya bibe 20 salî ket nava hembêza axê.
SELMAN ENCU
Selman Encu di nava şeş xwişk-bira de yê dawî bû. Hê di zikê dayika xwe de sêwî ma û ji hingî ve zor û zehmetiyên wî dest pê kir. Dema ji dayik bû, nebûna bav di dilê xwe de hîs kir. Jiyana di salên 90'î de ya bi koçkirinê ya jî bi mayîna weke cerdevan li Roboskî pêkan bû. Koçberî zor û zehmetiyeke gelekî giran bû. Dema mirov bê bav be, ev zehmetî girantir dibe. Neçarî koç bike. Li Roboskî ma û bû cerdevan. Zaroka wî ya destpêkê Esra ji mejî astengdar ji dayik bû. Di wê demê de hevjîna wî nexweş ket û hema bêje, nema karîbû bimeşe. Ji bo zarokên xwe xaniyek çêkiribû û hinekî deyn jî kiribû. Ji ber deyn û pêwîstiya debarê, neçar ma berê xwe bide qaçaxçitiyê. Dayika seqet, pitika di zikê wê de, du zarokên ji aliyê mejî ve astengdar û Ersîn ê 11 salî, piştî kuştina Selman Encu bi tenê man. Ersîn hê diçû pola 4'an. Piştî bûyerê dest ji dibistanê berda, her ji dibistanê direviya û dihat malê.
MEHMET ALÎ TOSÛN
Mehmet Alî Tosûn di sala 1987'an de li Bujehê ji dayik bû. Di nava yanzdeh xwişk-bira de yê duyemîn bû. Piştî lîseyê nekarî dibistanê bidomîne. Da pey hewldana debara malbatê û berê xwe da rêya qaçaxçitiyê. Dûre jî ew roj hat. Wê rojê bi rêya telefonê bi bavê xwe re axivî. Ew ne li malê bû. Da dû Nevzat, Şêrvan û Osman û berê xwe da rêwîtiya dawî.
ERKAN ENCU
Bavê Erkan Encu dema cerdevan bû, di operasyonekê de pê li mayinekê kir û her du çavên wî kor bû. Hê diçû pola heftan. Dixwest bibe doktor û çavên bavê xwe rehet bike. Tîmeke futbolê ava kiribûn û navê Kartal Spor lê kiribûn. Formayên ji rengê sor, reş û spî hê nû hatibûn amadekirin û ya bi nûmaraya 4'an da bûn wî. Pereyê ku bavê wî ji dewletê digirt, têrê nedikir. Wî jî timî israr dikir ji bo biçe qaçaxçitiyê. Wê çavê cara dudiyan bû. Tevî du apên xwe; yek jê Husnu ku bi hesreta pitika di zikê hevjîna wî de koç kir, yê din jî Savaş ê di heman emrî de. Dayika wî ji bo destên wî necemide, du cot lepik xistibû destên wî.
SAVAŞ ENCU
Yek ji yanzdeh sêwiyan bû Savaş Encu. Di sala 2010'an de neçar ma dibistanê biterikîne. Kekê wî Vahît du cot lepik jê re kiribû wê rojê. Ji bo destên wî necemide. Her du xist destên xwe û da dû sih û çaran. Di zivistanê de qaçaxçitî zehmet e, bi taybetî dema herî û baran be.
KARKER ENCU
Karker şivantî, qaçaxçitî dikir. Aliyê hevpar ê Karker bi yên din re, xizanî bû. Ji gund ketibû ser rêya xurbetê. Ji ber xerîbî pê zor bû, li gundê xwe vegeriya. Bû yek ji wan kesên ji qaçaxçitiyê nekarî vegerin. Çîroka wî kurt e, lê êş û şîna li dû xwe hişt, ji emrê wî girantir e.
SELAHATTÎN ENCU
Selahattîn Encu di nava yên hatin kuştin de, yê ku cenazeyê wî herî dawî hate rakirin e. Çîroka wî jî bi xizanî û êşên giran dagirtî ye. Hê wêneyekî wî jî tine bû.
NEVZAT ENCU
Nevzat Encu, hê di 19 saliya xwe de barê malekê tevî bavê xwe hilgirtibû ser milê xwe. Salek ma bû dibistana wî biqede û xeyala wî bû beşeke baş a zanîngehek baş qezenç bike. Dixwest bibe xwedî pîşeyekî baş û jiyaneke baş pêşkêşî malbata xwe bike.
MANSÛN ENCU
Mahsûn hê 17 salî bû. Mîna yên din xeyalên wî nîvco ma. Dixwest bibe doktor. Ji ber ku li ocaxa tenduristiyê ya li gund, doktor tine bû.
BÎLAL ENCU
Di nava heft xwişk-bira de yê herî mezin bû Bîlal. 16 salî bû. Barê malê li ser milê wî bû. Ji ber ku çavên bavê wî nedidît, ew her tiştê malbatê bû. Wî jî dixwest bibe doktor. Ji ber ku doktorê herî nêz ê gundê wan li cihekî bi 60 kîlometreyan dûr bû. Gelekî hez ji futbolê dikir. Hez ji avdana şitlan dikir. Di tûrikên wî de xizanî û hêvî hebû, bi vî rengî ber bi rêwîtiya dawî ve meşiya.
HUSNU ENCU
Husnu Encu yek ji wan bû ku ji bo debara xwe qaçaxçitî dkir. Di sala 1981'ê de ji dayik bû. Di nava malbata ji 11 zarokan yê çaremîn bû. Tevî birayê xwe hate kuştin. Li pişt wî malbatek dilşewat û çîrokek nîvco ma.