Çîroka yên li Roboskî hatin kuştin -1

Li Roboskî, ku êş gelekî teze ye, rûyê mirovan hê nakene. Dîwarên ji wêneyên yên çûne, mîna ku jiyana nîvco temam dikin, xemilandî ne.

Ji gundên Roboskî û Bujeh ên navçeya Qilaban a Şirnexê 34 kes, ku 28 jê ji heman malbatê ye, di 28'ê Kanûna 2011'an de di encama bomberdûmana balafirên şer ên Tirk de jiyana xwe ji dest dan.

Komkujî dikeve sala xwe ya pêncan, lê berpirsyar hê jî nehatine eşkerekirn. Di vê demê de, ku mirin bi hejmaran tê nîşandan, weke ANF'ê em ê çîroka yên li Roboskî hatine kuştin bibîr bînin.

ŞERAFETTÎN ENCU

Şerafettîn Encu li geliyê kesk ê navbera Beyaztepe û Dugun Dagi di rojeke havînê de ji dayik bû. Kurê herî mezin ê malbata ji heft zarokan e. Di nava tinebûnê de mezin bû. Di 12 saliya Şerafettîn de dayika wê jiyana xwe ji dest da û sêwî ma. Mamosteyên wî ji serketina wî ya li dibistanê gelekî kêfxweş bûn. Hêviyên wî ji emrê wî mezintir bûn. Dixwest bibe mamosteyek, ya jî bibe midûrê dibistaneke gundekî. Dixwest mirovên nûgihayî amade bike, mezin bike. Şerafettîn zarokê bi rûmet ê malbateke xizan e. Dest ji zarokatiya xwe berda û tevî bavê xwe ji bo li şeş xwişk-birayên xwe binêre dest bi bazirganiya li ser sînor kir. Şefarettîn ê 18 salî ku di rojeke havînê de ji dayik bû, di rojeke zivistanê de rêwîtiya wî ya jiyanê qediya.

ŞÎRVAN ENCU

Şîrvan Encu yê 19 salî, di nava neh xwişk-bira de yê duyemîn, di nava xortan de yê yekemîn bû. Ji ber hez ji xewê dikir, hez ji dibistanê nedikir. Dixwest mîna bavê xwe bibe ajokar. Bavê wî jê re digot, 'Kurê min ajokarî pîşeyê rêya dirêj e. Tu mirovekî ji xewê hez dike, tu nikare vî karî bike. Ya dev ji xewê ya jî ajokariyê berde'. Şîrvan dev ji herduyan berda. Di sibeheke ku bavê wî ne li malê bû, tevî pismamê xwe Newzat ji bo biçe bazirganiya sînor, dayika xwe bi zorê qanih kir. Şîrvan ê ku dengê wî xweş e, di rê de ji hevalên xwe re distirê. Di wê şevê de ku erd spî, ezman tarî bû, bû yek ji 34 kesên hatin kuştin. Dayika wî dibêje 'dengê wî hê di guhê min de ye'.

FADIL ENCU

Fadil ku hê nû ket sala bîstan, di nava malbata ji heyşt zarokan de yê herî mezin e. Ji ber ku malbata wî xiza bû, ji bo heft xwişk-birayên wî yên biçûk xewn û xeyalên xwe bi cih bînin, dest bi bazirganiya li ser sînor kir. Bavê wî dema li leşkeriyê bû, ji ber nexweşiyeke giran lê der bû, tevî dayika xwe rojên zehmet derbas kir. Gundî wî weke mirovekî gelekî dilnizm û rû li ken vedibêjin. Piştî ku bi hevalên xwe re bi gogê lîst, bi formayê xwe berê xwe da bazirganiya ser sînor. Tevî hevalê xwe yê tîma futbolê Celal û Serhat, mîna ku biçe dawetê, ket ser rê. Di wê şeva reş û tarî de, rengê formaya li wî jî ji holê rabû. Bavê wî çar caran li cesedê wî temaşe kir, lê nas nekir. Bedena wî ya ciwan a 20 salî ewqasî parçe bû bû.

VEDAT ENCU

Malbata wî piştî demeke dirêj a li xeribiyê, li cih û warên xwe li Roboskî vegeriya. Bavê wî ji ber ku gelekî hez ji Vedat Aydin dikir, navê wî lê kiriye. Vedat Encu yê 17 salî, gelekî hez ji dersa matematîkê dikir. Ji ber ku li dibistanê zimanê wî yê dayikê nedihat qebûlkirin, Vedat gelekî xemgîn dibû, lewma herî zêde bala xwe dida ser matematîkê. Wî mîna karekterî doktor ê li pirtûka Birîna Reş a Apê Mûsa difikirî. Vedat ê ji malbateke xizan û bi rûmet, wê mîna doktorê li pirtûkê bixwenda û jiyaneke xweş û bedew diyarî dayik û xwişk-birayên xwe bikira. Di wê şeva bi êş de ew jî bû yek ji 34 kesên hatin kuştin.

ORHAN ENCU

Orhan Encu yê 13 salî, zarokê herî biçûk ê malbateke berfireh, xizan û dil şewat bû. Mirovekî henek dikir, rû li ken bû. Şahiya malbatê bû. Ji ber ku gelekî jîr bû, zû dest bi dibistanê kir û di dersên xwe de gelekî serketî bû. Deh meh beriya bê kuştin, dayika wî jiyana xwe ji dest da bû. Orhan dixwest bibe endezyarê kompûterê. Ji bo ji xwe re kompûterê bikire tevî kekê xwe Zeydan dest bi bazirganiya li ser sînor kir. Orhan hez ji xweza û heywanan dikir. Li hewşa mala xwe gelek çêlikên kûçikan xwedî dikir. Dema agahiya tarî ya wê şeva reş bihîstin kûçikên wî jî tevî bavê xwe berê xwe dan wê zeviya mirinê. Zeydan û kekê wî bû ji 34 kesan.

ŞIVAN ENCU

Şivan Encu di emrekî biçûk de sêwî ma. Bi salan di xewna xwe de li dayika xwe geriya. Piştî sê salan bihîst ku dayika wî dijî û hat em dayika xwe û xwişk-birayên xwe yên li Roboskî. Şivan di nava malbata ji çar zarokan ê herî mezin e. Sê salan şivantî, hemaltî, qaçaxçiî kir. Çi kar didît, ji bo malbata xwe dikir. Rojekê di berdêla yewmiya 15 lîreyî şivantî kir û bi rengekî qefilî vegeriya malê. Hê baş bêhn venedabû pismamê wî Berdan jê re got 'rabe em ê biçin'. Ket ser rêya qaçax. Di dema vegerê de, bombe lê dibarin.

ZEYDAN ENCU

Zeydan Encu zarokekî malbateke qelebalix û xizan e. Heta lîseyê karî bixwîne. Ji bo birayê wî Orhan karibe bixwîne, çi ji dest hat dikir. Hemaltî qaçaxçitî.. Mîna ku xizanî û qaçaxçitî qedera vê erdnîgariyê ye, hefsarê hêstir qet ji destê wî neketin. Dilekî wî yê gelekî nerm hebû. Piştî ku ji leşkeriyê hat, dayika wî jiyana xwe ji dest da. Ji bo xeyalê kompûterê yê birayê xwe Orhan bi cih bîne, wê şevê ket ser rêya qaçaxçitiyê. lê nebû, her du bira di bomberdûmanê de jiyana xwe ji dest dan.

OZCAN ÛYSAL

Ozcan Ûysal 19 salî bû û heyranê Ahmet Kaya bû. Ji penêrê sîrik, çaya qaçax û stranên dilşewat gelekî hez dikir. Di vegera 'qaçaxçitiyê' de daweta pismamê wî heye. Di rojên dawî de xwe ji bo dawetê amade dikir. Lê nekarî ji sînor vegere. Her kesên ku wî jê re qalê dikir, dizanin ku xeyalê wî zewicandin bû.

OSMAN KAPLAN

Osman Kaplan di sala 1999'an de dizewice û dibe bavê pênc zarokan. Di sala 2002'an de dest bi karê qaçaxçitiyê dike û her ku diçe, hevjîna wî Pakîze û zarokên wî heta vegere nikarin razên. Ji pênc zarokên xwe re dibêje 'Ji bo tiştekî ji wan re bikire, diçe Şirnexê'. Di kêliya destpêkê ya bûyerê de ji hevjîna wî Pakîze re nabêjin bê çi bûye. Welê li cenazeyan bûye ku nema dikarin bên naskirin. Bi rêya telefonê lê geriyane û jê pirsîne bê kîjan kinc û pêlav li xwe kiriye; bi wî rengî hevjîn û zarokên wî pê dihese ku miriye.

NADÎR ALMA

Nadîr Alma zarokê duyemîn ê malbateke ji 13 nifûsî ye. Xizanî hevparê jiyana wan e. Serê sifra malê her tim cihê wî bû. Hevalê wî yê herî nêz, Hîkmet bû. Barê balê li ser milê wan bû. Li Roboskî tenê rêya qaçaxçitiyê vekirî bû. Du birayên wî li leşkeriyê bûn, lê qet pereyê xwe nebû. Wê ji wan re hinekî pere bişanda. bû yek ji 34 stêrkên ket xwarê.